Êrişên dagirkerî yê dewleta Tirk li Qamişlo hat şermezarkirin

Şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, li dijî êrîşên dewleta Tirk yên dagirkerî, deketin qadan.

Qamişlo - Dewleta Tirk ji duh 21’ê Nîsanê ve li ser çiyayên Zap û Metîna êrîşên bê navber pêk tîne. Ji bo bersivdayîna van êrîşên dewleta Tirk, şêniyên bajarê Qamişlo bi pêşengiya Însyatîfa gel meşek li dar xistin.

Meş di bin diruşmeya ’’Bimre Îxanet”, “Bijî Berxwedana Gêrîla” û bi tevlîbûna gel, sazî û rêxistinên jinan û saziyên Rêveberiya xweser meş ji çarxereya Sonî destpê kir û li pêşiya navenda Mihemed Şêxo ya çand û huner rawestiya.

Endama Aborî ya Kongra Star Xaliya Necar li vê derê daxuyanî da û got: “Îro li seranserî cîhanê dibînin ku gelê azadî xwaz hemû îro li qada ne, ji bo piştgirtiya şervanên azadiyê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk yên ku li ser  Çiyayê Zap û Metîna yê û êrîşên herî dawîî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.  Em ji şervanên azadiyê re dibêjin berxwedana we berxwedaneke rawa û pîroz e. Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê piştgiriya we bikin û hertin em ê li qada bin. Daxwaza şervanên azadiyê daxwaza gel e, îro şervanên azadiyê li ber xwe didin li hember hemû êrîşên dewleta Tirk û li hember belafiran ji bo azadiya vî gelî. Em weke jinên kurd hertim têkoşîn bikin û piştgiriya şervanên azadiyê bikin.”

Leyla Keleş a beşdarî meşê bûbû helwestên xwe li dijî êrîşên dewleta Tirk wiha anî ziman: “Em êrişên dagirkeriyê şermezar dikin. Em ê piştgiriya şervanê xwe bikin û berxwedana wan silav dikin. Em ji hikûmeta başûr re dibêjin nekevin planê dewleta tirk. Weke dayikê şervanên azadiyê em ê hertim li ber xwe bidin û têkoşîn bikin ji bo şervanên xwe.’’

Meş bi dirûşmeya “Bimre Îxanet” bi dawî bû.