‘Êrişên çeteyan komkujiya Şengalê tîne bîra mirov, divê heya dawiyê li ber xwe bidin’

Endama Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî diyar kir ku çeteyên dewleta tirk bi tifaq û hepeymaneke navneteweyî Helebê jî wek Musilê dagir kirine û da zanîn ku civak encax dikare li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî li dijî dagirkeriyê bi ser bikeve.

RONAHÎ ZERDEŞT

Şengal - Di 27’ê mijdarê de çeteyên girêdayî dewleta tirk êrişî Helebê kirin û dagir kirin. Çeteyan piştî Helebê dagir kirin vê carê berê xwe dan herêma Şehbayê ku piranî xelkên Efrînê ne. Di encama êrişa çeteyan û dagirkirina Şehbayê welatî berê xwe dan herêmên bi ewle. Lê di rêya koçberiyê de gelek kes ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin, piraniya wan jin gelek kes hatin revandin û niha bi hezaran kes jî di bin dorpêça çeteyan de ne.

Dagirkirina Helebê, bêyî şerkirin û hiştina cebilxane û alavên leşkerî, reva hêzên Şamê û her wiha dîmenên kiryarên çeteyan ku li dijî jin û civakê didin meşandin, dagirkirina Musil û êrişa Şengalê tîne bîra mîrov. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bêyî ku li hemberî xwe astengiyeke leşkerî bibîne di nava çend seatan de Musilê dagir kirin û piştî vê berê xwe dan Şengalê. Piştî 10 salan senaryoya li Musilê niha li Helebê bi navek cuda ket meriyetê.

Têkildarî êriş û dagirkirina Heleb û Şehbayê û her wiha berxwedana gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiye û herêma bakur-rojhilatê Sûriyeyê, Endama Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî ji ajansa me re axivî.

 ‘Bi tifaqeke navneteweyî Heleb hat dagirkirin’

Suham Şengalî diyar kir ku di 27’ê mijdarê de çeteyên dewleta tirk bi tifaq û hevpeymaneke navneteweyî  Helebê dagir kirine û wiha got: “Her çiqas bi navê El Nûsra, Tehrîr El Şam û hwd. li xwe bikin jî, di encamê de çeteyên dewleta tirk in, çeteyên DAIŞ’ê ne. Ji ber bi heman zîhniyetê êrişên hovane pêk tînin. Ji aliyê din ve Heleb jî wek Musilê bi heman awayî bi heman zîhniyetê teslîmê çeteyan kirin. Tenê bajarê Helebê teslîm nekirin, di heman demê de cebilxane û alavên eskerî jî ji çeteyan re hiştin. Xwestin ku bi wan cebilxane û alavan êrişên hovane li ser miletan, bi taybetî miletê Şehbayê bên kirin. Xelkê li Şehbayê, hemû şêniyên Efrînê ne û di sala 2018’an de ji ber dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê li Şehbayê bicih bibûn. Plana Musilê bi heman rengî li Helebê jî pêk hat. Ji bo pêşiya qetlîameke mezin bê girtin û gelê me yê li Şehbayê rastî qetlîman neyên derbasî Tebqa û Reqqayê bûn.” 

 ‘Tevî her tiştî jî gel li ser piya ye û li ber xwe dide’

Endama Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalê bal kişand ser berxwedana gelê Rojava ya li dijî êrişên çeteyan û ev tişt anî ziman: “Ji destpêka êrişa çeteyan heta niha berxwedaneke bêhempa ya gelê Rojava heye. Bi taybetî jî gelê me yê ku li taxa Şêxmexsûd û Eşrefiyeyê mane, li dijî çeteyan berxwedaneke mezin dimeşînin. Her çiqas rastî koçberiyê hatibin jî li kêleka wê, berxwedaniya bêhempa ya gelê Şehbayê jî heye. Bi îrade û sekneke xurt li beramberî dagirkeriyê li ser piyan e.”

 ‘Dîmenên beriya 10 salan anî bîra me’

Suham Şengalî kiryar û dîmenên çeteyan ku ketine ser medyayên dijîtal bi bîr xist û destnîşan kir ku dîmenên ku ketine ser medyayên dîjîtal û raya giştî, dîmenên sala 2014’an tîne hişê mirov. Suham Şengalî li ser vê yekê ev nirxandin kir: “Zîhniyet û kiryarên çeteyên Tehrîr El Şam, yên çeteyên DAIŞ’ê ne. Dîmenên niha dîmenên beriya 10 salan çawa DAIŞ êrişê Şengalê kir, însanan qetil dikir, jinan direvandin û hwd. anî bîra me. Ev nîşan dide ku yê çeteyên DAIŞ’ê mezin û xurt kir, dewleta tirk û hêzên wekî wê ne. Hêzên wek dewleta tirk, Amerîka û welatên Ewropayê di warê cebilxane, perwerdeya leşkerî û hwd. de DAIŞ’ê mezin û xurt kirin. Niha jî dibe ku nav cuda be lê zîhniyet yek e û bi heman rengî êriş dikin.  Çeteyên DAIŞ’ê çawa ku di sala 2014’an de jinên êzidî direvandin û dest diavêtin wan, niha bi heman rengî çeteyên dewleta tirk li jinan dikin. Tu ferqa çeteyên dewleta tirk û DAIŞ’ê ji hev tuneye. Her wiha hêzên ku piştgirî didin van çeteyan jî xwedî heman ferasetê ne. Ev çeteyên niha dijminê jin, civak û jiyanê ne.”

 ‘Ev şer dê li her derê belav bibe’

Di dirêjahiya axaftina xwe de Suham Şengalî da zanîn ku divê ew berxwedana gelê Rojava bi taybetî gelê Efrîn û Şêxmeqsûdê ji xwe re bikin mînak. Suham Şengalî ragihand ku divê kes wisa nefikire dê şer tenê li Helebê, Efrîn an jî bakur û rojhilatê Sûriyeyê bimîne û wiha pê de çû: “Dê ev şer dê li her derê belav bibe. Jixwe dewleta tirk her roj li raya giştî re lixwe mikur tê û dibêje dê cihên ku dikevin sînora misakî mîllî, dagir bike. Di hedefa dewleta tirk û çeteyên wê de dagirkeriya ku heta dighê Şengal, Musil û Kerkûkê heye, ji ber ku van deran wek axa xwe dibîne û dihesibîne. Wek civak em çiqas li ber xwe bidin, li hember êriş û dagirkeriyê bisekinin û nehêlin  careke din jenosîdek pêk were, em ê ewqasî bikaribin li ser axa xwe azad bijîn.”

 ‘Xeteriya herî mezin li ser Şengalê heye’

Endama Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî destnîşan kir ku îro xeteriya herî mezin li ser Iraqê, deverên Nînova, Musil û Şengalê hene û wiha got : “Li van herêman bi dehan heta bi sedan şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hene. Îro sibe dê dewleta tirk kincên xwe li van çeteyan bike û wisa bide êrişkirin û êriş bike. Bi awayekî zelal eşkere ye û hemû dinya jî vê dizane Heleb jî wek Musilê di encama lihevkirineke navneteweyî de radestî çeteyan hat kirin . Ji aliyê din ve dewleta Iraqê bi dehan hevpeyman bi dewleta tirk re çêkiriye û di encama van hevpeymanan de dibe ku dewleta tirk ji bo êrişkirina van deverên wek Şengal, Musil û Kerkukê bikeve nav liv û tevgerê.”

 ‘Divê bi taybetî jin xwe biparêzin û pêşengtiyê bikin’

Suham Şengalî di axaftina xwe de bal kişand ser şerê ku niha li çiyayên azad li dijî dagirkeriya dewleta tirk tê meşandin û ev tişt anî ziman: “Ji aliyê din ve artêşa tirk li çiyayên Kurdistanê li hember şervanên azadiyê têk çû. Dewleta tirk ku li çiyayên azad derbên mezin xwar, dixwaze bi rêya van çeteyan bighêje armanca xwe. Ji ber hêzeke dewleta tirk ku bikaribe bi tena serê xwe Helebê dagir bike an jî bixwaze were Musilê dagir bike nîne, ji ber vê bi destekdayîna çeteyan dixwaze van herêman dagir bike. Ew dê bixwazibin armanca xwe ya ku xwestin di 2014’an de êzidiyan tune bikin lê di encama mudaxeleya tevgera azadiyê de ev armanca wan pêk nehat, îro bi destê van çeteyan pêk bînin. Divê civaka me li ku dibe bila bibe li hember dewleta tirk, li hember van çeteyên ku di bingehê de xwedî zihniyeta DAIŞ’ê ne, li ber xwe bide. Herî zêde divê jin hîn zêdetir hişyar bin û xwe biparêzin. Bi taybetî lazim e  jinên li herêmên ku di bin xeteriya dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ne hem xwe biparêzin û hem jî ji bo xweparastin û berxwedanê pêşengtî ji civaka xwe re bikin.”

 ‘Divê tiştên sala 2014’an careke din neqewimin’

Endama Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî destnîşan kir ku bi taybetî divê jinên êzidî careke din rê nedin tiştên ku di sala 2014’an de pêk hatin careke din biqewime. Suham Şengalî anî ziman ku divê her kes li beramber ax û civaka xwe berpirsyariya xwe pêk bîne û balkişand ser van xalan: “Ji aliyê din ve di serdemeke wisa de yekitî pir girîng e. Li dijî hemû êrişan jî ji bo me tiştê herî girîng, yekitî ye. Divê hem li welat hem jî derveyî welat ji bo xelkê me yê Rojava piştgiriya me ya madî û manewî hebe.  Divê li ber parastina destkeftiyên Rojava her kes xwe berpirsyar bibîne. Ji ber ku ev destkeftî bi xwîna şehîdan hatin avakirin.”

Şerê li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî

Her wiha Suham Şengalî bal kişand ser girîngiya Şerê Gel ê Şoreşgerî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e ku em li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî û perspektîfa Rêber Apo, xwe ji van êrişan biparêzin. Ne tenê aliyê hêza leşkerî divê hemû beşên civakî li beramberî parastina ax, civak, şeref û kerameta xwe, xwe berpirsyar bibîne, li dijî çete û zihniyeta dewleta tirk xwedî helwest be. Em wek civaka êzidî bi taybetî wek tevgera azadiya jinê, bi pêşengtiya TAJÊ û Rêveberiya Xweser heta dawiyê piştgirî bidin xelkê Rojava û li dijî êrişan di nav berxwedan û têkoşînê de bin.”