Êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîa Rojava di roja 3’emîn de ne

Êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser herêma Cenîn a Şerîa Rojava di roja 3’emîn de berdewam dikin. Filistîniyên ku bi kêmbûna erzaq û avê re rû bi rû dimînin bi darê zorê koçber dibin.

Navenda Nûçeyan- Filistiniyên ku li herêma Cenîn a Şerîa Rojava dijîn  ji ber êrîşên Îsraîlê ku ev 3 roj in berdevam dike ji cîhê xwe dibin.  

Filistiniyan diyar kirin ku ji ber êrîşên Îsraîlê ên berdevam zehmetiyên ‘kêmbûna erzak û avê dijîn’ û ji ber vê neçar mane cihê biterîkînin.

Herî kêm 760 Filistinî jiyana xwe ji dest dane

Artêşa Îsraîlê ku piştî ji kampa penaberan el-Farîa ya girêdayî bajarê Tubasê,  ji kampa penaberan Nur Şems ya Tulkerîm jî vekişiya, di roja 3’emîn de êrîşên xwe li ser Cenînê berdevam dike.

Heya niha di êrîşên Îsraîlê yên 28’ê Tebaxê de li ser Şerîa Rojava daye destpêkirin 21 Filistinî jiyana xwe ji dest dane.

Ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve li Şerîa Rojava û Qudsa Rojhilat di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 670 Filistînî jiyana xwe ji dest dane.