Êrişên Îsrailê li ser Xezayê berdewam dike

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên ser bakurê Xezayê de 11 Filistînî hatin qetilkirin. NY diyarkir ku li Dîfa Xerbiye zêdeyî hezar û 175 avahiyên Filistîniyan hatine wêrankirin.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsrailê ku ji dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zivala Xeza dayî destpêkirin bê navber berdewam dike. Ajansa Nûçeyan a Filistînê WAFA ragihand ku artêşa Îsraîlê îro siharê devera Beyt Lahiya ya li bakurê Xezayê kir hedef, di êrişê de jin û zarok jî di nav de 11 fFlistînî hatine qetilkirin û hejmarek din jî birîndar bûye. Her wiha NY der barê wêrankirina avahiyan ji aliyê îsrailê ve raporek weşand.

Heman ajansê diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê derdora goristana Ebû Ubeyda û bircên li rojhilatê bajarê Dêr Belehê bi dijwarî bombebaran kirine. Her wiha ragihand ku li rojavayê kampa Nisêratê jî ya naverasta Xezayê avahiyek kir hedef. WAFA’yê da zanîn ku di her du êrişan de jin û zarok jî di nav de hejmarek welatî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî heman ajansê, artêşa Îsraîl taxa Sebra ya li başûrê Xezayê bi obîsan kiriye hedef û hejmarek welatî birîndar bûne.

Îsrail gelek malên filistîniyan wêran kir

Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Îsraîlê wêrankirina malên Filistîniyan li Difa Xerbiye ji Cotmeha 2023`yan ve zêde kiriye.

Li gorî rapora nivîsgehê amade kiriye, ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve, zêdetirî hezar û 175 malên Filistîniyan wêran bûne.

Di raporê de hate diyarkirin ku di encamê de 3 hezar û 100 Filistînî koçber bûne. Her wiha hate destnîşankirin ku zêdetirî nîvê wan di êrişan de ji bajarê Jenîn, Tolkerem û kampên dora wê koçber bûne û hezar Filistînî jî ji ber ku ruxseta avakirinê li cem wan tune ye, koçber bûne û 159 Filistînî jî ji ber "hilweşandina cezakirî" koçber bûne.

Li gorî raporê piştî 7`ê Cotmehê 500 malên niştecihbûnê, 100 malên neniştecihbûnê û zêdetirî 300 navendên çandiniyê hatine hilweşandin.

Her wiha zêdetirî 100 navendên avê, kanalîzasyon û paqijiyê, 200 navendên ku xwediyên wan debara xwe pê dikir, 100 binesazî û avahî hatine hilweşandin.