Êrişa zayendî ya li ser zarokan birin rojeva meclisê

Parlamentera Partiya DEM’ê Bêrîtan Guneş, di pêşniyaznameya têkildarî êrişa zayendî ya li AGD’ê ya li dijî 13 zarokan daye de wiha got: “Ji ber ku di bûyerên berê de lêkolînên baş nehatine kirin, gumanên civakê û xizmên wan zarokan hene.”

Enqere - Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Mêrdînê Bêrîtan Guneş ji Wezîrê Dadê yê Tirk Yilmaz Tunç pirsa 13 zarokên ku temenê wan di navbera 7 û 14 salî de di demên cuda de çûne Komeleya Ciwanên Anadoluyê (AGD) ya Mêrdînê, ji aliyê M.S.D. yê ku hem rêveberê komeleyê hem jî li KYK’ê karmendê ewlehiyê ye rastî êrişa zayendî hatine kir.

Di pêşniyazpirsê de hat gotin ku zarok rastî xizanî, kirina karker, polîtîkayên perwerdeyê yên monîst, zayendperest û milîtarîst tên û rastî êrişa zayendî hatine her wiha hema hema her roj nûçeyên di çapemeniyê de tên weşandin, di raya giştî de tên vegotin û êrişa zayendî ya ku li AGD’ê pêk hat bi bîr xist. Di pêşniyazpirsê de ev hat gotin: “Bi sûcê ‘îstîsmara zayendî ya li dijî çend zarokan’ di 9'ê Tîrmeha 2024’an de darizandina M.S.D. dest pê kir û biryara berdewamkirina girtina wî hat dayîn. Lê tevî vê biryarê jî li gorî ezmûnên berê di nava civakê û xizmên mexdûran de guman hene ku der barê dozên îstîsmara zayendî yên di saziyên di vê dozê de hatine behskirin û bi vî rengî û her wiha di saziyên civaka sivîl ên ku bi saziyên giştî re bi awayekî xurt di nava hevkariyê de ne bi taybetî di van salên dawî de, lêkolînên baş nehatine kirin.”

Ev pirs hatin pirsîn:

“*Li Mêrdînê der barê îstîsmara zayendî ya li dijî 13 zarokan de li ser çend kes an jî der barê kîjan saziyan lêpirsîn hat vekirin?

*Ji ber ku kiryarê îstîsmara zayendî M.S.D. karmendê ewlehiyê yê KYK’ê bû, hejmara berpirsên giştî yên di saziyên giştî de, bi taybetî saziyên giştî yên ku xizmetê didin zarok û jinan û ji ber îstîsmara zarokan lêpirsîn li wan tê kirin, sal û bingeha parêzgehan çend e?

*Di sala 2002’an û şûnde salane û bingeha parêzgehê ji ber îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan lêpirsîn û darizandin li çend kesan hatiye vekirin?