"Em ê her tim li pey fikrê azad û heqiqetê bin”

Derbarê gef û zextên Parastin û MÎT’a dewleta Tirk a li ser karê rojnamevanên Kompanya Çetir û ajansa Rojnews’ê de rojnamevanan daxuyanî dan û dan diyarkirin ku ew dest ji fikrê xwe yê azad bernadin.

Silêmanî- Li Herêma Kurdistanê ev demek e li ser rojnamevanên Çapemeniya Azad, Kompanyaya Çetir û Ajansa Rojnews’ê  ji aliyê Mîta Tirk û Parastinê ya PDK’ê ve zextê sîxûrkirin û gefên êrîşê tê kirin. Li ser vê yekê xebatkar û rojnamevanên Kompanyaya Çetir û ajansa Rojnews’ê li Sekoya Azadî ya Parka ya Silêmaniyê daxuyaniya çapemaniyê dan.

Daxuyaniya hevpar a Kompanyaya Çetir û Ajansa Rojnewsê ji aliyê Sinûr Rehman ve hate xwendin û di daxuyanîyê de wiha hate gotin: “Em komek rojnamevanên azad li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya rêgez û etîka karê rojnamevanî de kar dikin. Erka me rojnamevanan ev e ku gendelî, nebûna xizmetgûzarî, pirsgirêk û nakokiyên nava civaka Başûrê Kurdistanê eşkere bikin û dîsa hişyarkirina civakê li hemberî dagirkerî û eşkerekirina xeta xiyanetê ya sererd û binerdê Kurdistanê ye.

Kompanyaya Çetir û Ajansa Rojnews ku zêdetirî 70 rojnamevan lê kar dikin. Belgenameya fermî ya karkirinê ji Wezareta Bazirganî, Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dîsa belgeya fermî ya karkirinê ji Hikûmeta Iraqê girtiye. Ti pirsgirêkek van hemû rojnamevanên kampanyê û ajansê li fermiyeta Hikûmetê de nîne, li gorî hiqûqê hemû pîvanên rojnamevaniyê bi cih tînin. Rojnamevan li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li sînorên li jêr desthilata PDK’ê tên astengkirin, rê li karê medyayî digirin. Ev yek jî li dijî pîvanên karê karê rojnamevanî û mafê mirov e ya karê azadiya rojnamevaniyê ya hejmara 35 a sala 2007’an a Parlementoya Herêma Kurdistanê ye.

Li gel van bûyeran heta niha 80 rojnamevan û çalakvanên Behdînan girtî ne û her roja diçe azadiya rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê teng dibe û bi dehan rojnamevan weke Wedat Hisên, Kawa Germiyanî û çalakvanên din hatin şehîdkirin.

Li gel rêgirîkirina karê rojnamevanî bi rêya îstixbarata Tirk MÎT’ê û dezgeya Parastinê ya PDK’ê têkilî bi rêveberê Kompanya Çetir û beşek zêde ya rojnamevanên azad re hatiye danîn ku daxwaz ji wan hatiye kirin ku li pêşberî hinek pere û hinek tiştên bê wate de exlaqê rojnamevaniyê bifiroşin û li gorî xwestek û daxwazên wan kar bikin. Eger vê jî nekin gefa êrîşa derûnî li ser tê kirin. Her çendî bi temamî rojnamevanên azad vî karê bê wate û xiyanetê qebûl nakin. Çawa ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve êrîşî û gef li rojnamevanan tê kirin û heta niha kampanyayên taybet ên karê rojnamevaniya azad hatine girtin û dîsa 16 rojnamevan bi hincetên bê bingeh hatine girtin, bi heman rengî û siyasetê li Başûrê Kurdistanê jî desthilat bi heman rengî kar dike.

Sedemê vê astengî, rêgirî û êrîşên li ser rojnamevanên azad ew e ku kar li ser eşkerekirina dagirkeriyê û dîsa hevkariya PDK’ê ya li gel AKP’’ê ye. Bi vê yekê dixwazin ev hevkarî neyê eşkerekirin.

Ji bo wê piştî civîn û agahdarkirina aliyên ewlekariyê ya Silêmanî, Sendîkeya Rojnamevanan, Sentera Metro û şûnde divê hemû raya giştî û dîsa temamê dezgehên ragihandinê jî ji vê yekê agadar bin. Ji ber ku ev êrîş û metirsiyên li ser rojnamevanên azad û dîsa Kompanya Çetir û Ajansa Rojnews li ser hemû rojnamevanan e. Em hemû raya giştî, Hikûmeta Iraq, Hikûmeta Herêmê, nûnertiya welatan, saziyên mafê mirovan û aliyên piştevaniya rojnamevanan dikin agahdar dikin. Her metirsiyek li ser canê rojnamevanên azad û karmendên Kampanyaya Çetir û Rojnews hebin, MÎT’a Tirk, Parastina PDK û saziyên ewlekariyê yên Hikûmeta Herêmê berpirs in. Ji ber ku di demê borî de ji derveyî name û telefonên ku ji aliyê van her du dezgehên sîxûriyê ve ji bo rêveberê Kampanyaya Çetir û rojnamevanan hatine kirin, bi rêya çend malper û dezgehên PDK’ê ve jî bi eşkere em hatine nîşandan, hedefkirin û dixwazin rewatiyê bidin rêgirî û astengkirina rojnamevanên azad.

Ji bo wê em rojnamevanên azad careke din piştrast dikin ku wê ti êrîş, zext û gef nikare me ji rêya rast a me bigire. Ev yek wê bibe sedemê ku zêdetir girîngî bidin ser eşkerekirin gendelî, daxwazên mafê welatiyan, gihandina dengê wêrek ên nava civakê. Her wiha bi berdewamî em ê talana xwezayê, dagirkeriya dewleta Tirk hevkarên wê ya li temamê Kurdistanê eşkere bikin. Rastî û heqîqet nayê veşartin.”

“Herî zêde rê li beramberî rojnamevanên jin tê girtin”

Rojnamevana ajansa ROJNEWS’ê  Bêxal Qadir di derbarê gefên Mîta dewleta Tir û Parastinê de wiha got: “Desthilat daxwaz ji me dike ku mudeheleya karê me bike û titek pirensipên karê rojnamevantiyê fêr nebûne, ji ber em azadiya fikir di parêzin ji ber wê desthilat gelek ji me ditirse. Herî zêde jin rastî gef û rêgiriyê tên, dema jinek dibe rojnamevan zêdetir hewil didin pêşî lê were girtin.”

“Divê rojnamevan piştgiriya hevdû bikin”

Pêşkêşvana kampanya Çatir Avîn Nadir da diyarkirin ku rojnamevaên ku li gora desthilatê kar dikin rê tê dayîna karê wana û eve jî dikeve li ser îrdeya wî-wê rojnamevanî ku ka çiqaş xwedî îradeyek polane ye ku nekare bikeve bin bandoriya desthilatê û wiha got: “Her rojnamevanek dema ku rastî gefan tê û rê li ber tê girtin, divê tevahî rojnamevan piştgiriya hevdû bikin û li beramberî desthilatê bi armanca dengê azadiya rojnamevanan bisekinin.”