Êdî li Mêrsînê rojnameyeke jinan heye: Ji jinan Nûçe

Rojnamegerên jin ên li Mêrsînê dixebitin hatin cem hev û rojnameya bi navê “Ji jinan Nûçe” derxistin. Di hejmara yekem a rojnameyê de behsa tundî û têkoşîna jinê tê kirin û tê armanckirin ku tecrubeyên jinan bidin xuyakirin.

MEDÎNA MAMEDOGLU 
Mersin- Li Mêrsînê jinên rojnameger bi armanca têkoşîna li dijî zimanê mêran ê di çapemeniyê de û têkoşîna tevgera jinan a herêmî bidin xuyakirin, rojnameyek jinan a bi navê "Ji Jinan Nûçe" derxistin. Dema ku Jinan eleqeyeke mezin nîşanî hejmara yekemîn a rojnameyê ya ku di demên dawî de derketibû dan, tê plankirin ku hejmara duyemîn a rojnameyê piştî 8'ê Adarê derbikeve. Em li ser mijarên rojnameyê û armanca derxistina rojnameyê bi Koordînatora Giştî ya Rojnameyê Fatoş Sarikaya re axivîn. Fatoş Sarikaya ya ku diyar kir ji bo têkoşîna jinan bidin ber çavan û balê bikşînin ser zimanê cudakar ê li hemberî LGBTI+yan ev rojname derxistine û diyar kir ku beriya rojnameyê li ser malpereke nûçeyan ku bi heman navî vekirine jî nûçe çêkirine û weşandine.
“Armanca min ew e ku li Mêrsînê têkoşîn û xebata jinan bidim xuya kirin” 
Fatoş Sarikaya ya ku diyar dike ji ber rojeva ku li welat bi lez û bez diguhere, şîdeta li hemberî jin û kesên LGBTI+ tên jiyîn û zimanê cudakar di çapemeniyê de zêde nayê dayîn, destnîşan kir ku ev rewş li herêmê hîn bêhtir nayê dîtin. Fatoş Sarikaya ya ku dest nîşan kir piştî malpera nûçeyan a ku wan ve kirine sala xwe ya ewil temam kir wan rojname derxistine, wiha got: “Li Mêrsînê têkoşîn û tevgereke jinê ya pir xurt heye. Lê mixabin xebatên vê tevgera jinê zêde di çapemeniyê de cih nagirin. Ji ber vê yekê ez weke kesayeteke ku di nava tevgera jinê de cih girt, min xwest mecrayek bê sansur, tiştên ku pêktînin, tevgerên xwe û daxwazên xwe bi ragihînin ava bikim. Ger ez li Mêrsînê di rojnameyeke herêmî û neteweyî de bixebitiyam, ez ê ewqas azad nebûma. Ji ber vê yekê min xwest ku ez bi xwe mecraya xwe biafirînim.” 
"Min xwest ji bo rojnamegerên jin qadeke nû ya azad ava bikim"
Fatoş Sarikaya ya ku dibêje rojname di nava civakê de weke hiş tê ditîn, diyar kir ku ew dixwaze têkoşîna jinên Mêrsînê bi rojnameyê bixe bine qeyd e. Fatoş Sarikaya ya ku dest nîşan kir pêşîgirtina zimanê zayendperest a di çapemeniyê de yek ji sedemên weşana vê rojnameyê ye,wiha got: “Mixabin li Mêrsînê jî weke gelek cihên din sektora çapemeniyê sektoreke ku mêr serdest e. Beriya ku ez vê rojnameyê biweşînim, min xwest ez bi gelek jinên rojnameger re hev bicivim û dîtina jinan misoger bikim. Her yek ji van jinên rojnameger li cihên cuda dixebitin. Dibe ku nikaribin nûçeyên xwe bi awayê ku dixwazin binivîsin. Min di vê wateyê de qadeke nû ji wan re vekir. Piştî em vê rojnameyê weşand, me nerînên gelek erênî wergirtin û her kes pir eciband.” 
Hejmara din dê piştî 8’ê Adarê derkeve
Fatoş Sarikaya ya ku dibêje, “di rojnameyê de di qada aborî, civakî, çandî û hunerî de hemû tişt di warê, jinan de heye, diyar kir ku ew hewil didin derbarê jinan de hemû mijaran dest bigrin.” Fatoş Sarikaya ya ku dibêje rojnameya ku armanc kirin du caran derbixin, lê ji ber bertekên erênî yên rojnameyê girtine ji bo rojnameyê mehê carekê derbixin dest bi xebatan kirine, diyar kir ku ew ê hejmara din ya rojname piştî 8’ê Adarê derbixin. 
"Em balê dikişînin ser têkoşînê”
Fatoş Sarikaya herî dawî di der barê rojnameyê de ev tişt got: “Di weşana rojnameyê de faktora herî mezin eşkerekirina tundiya sîstematîk a mêr ya li welat e. Ji bo balê bikşînin ser tundî û zimanê cudakarî ya li dijî LGBTI û jinan. Dîsa em naxwazin di rojnameyê de jinan di rewşeke pir mexdûr de nîşan bidin, bi awayekî vekirî em zêdetir li ser aliyê xurt ya têkoşînê disekinin.”