“Êdî dengê me bibihîse Enqere!”

Malbata Şenyaşar ku tam 453 roj in nobeta xwe ya edaletê didomînin, xwestin dengê wan bê bihîstin û wiha gotin: "Enqere, êdî dengê me bibihîse!"

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 453’emîn de ye.

Malbata Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomînin. 

Ji medyaya peyam

Malbata Şenyaşae li ser hesaba xwe ya medyayê ev parvekirin kir: “Kurê min ê girtî jî di nav de ji bo hemû kesên bi awayekî neheq û derhiqûqî bi salan e di girtîgehan de tên ragirtin dê dev ji daxwaza edaletê bernedim. Qesrên ku tê de edalet tune ye, dê neyên jibîrkirin. Êdî dengê me bibihîse Enqere! ”