Çîroka hebûna bi kêliya jiyanê re: Nagîhan Akarsel

Zarokeke keç ji gundekî Konyayê ku bêhna gulan jê tê… Akademîsyeneke ku bi pênûsa xwe dîroka bêdeng a jinan vedibêje… Di rêwîtiya azadiyê de pêşengek ku şopa xwe dihêle. Jiyana Nagîhan Akarsel ne tenê çîroka kesek e rûbarê azadiyê bi xwe ye.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Nagîhan Akarsel di sala 1977’an de li gundê Golyazi yê Cîhanbeyliya Konyayê tê cîhanê. Di temenê ciwan de dest bi lêkolîna bîra jinan a ku nayê dîtin kir. Xebatên antropolojî, dîrok û çandê; ji bo dengê jinan, gotin û serpêhatiyên wan derxe holê ji xwe re kir rêbaz. Bi gotinên; “Gava pêşîn a ber bi azadiyê ve ew e ku jin dîroka xwe binivîsînin” pênûsa xwe veguherand amûreke berxwedanê.

Nagîhan Akarsel a ji avakarên Akademiya Jineolojiyê, dizanibû ku jin ne tenê di jiyan civakî de; divê di zanist, polîtîka û çandê de bibin kirde. Di pêşengiya wê de, li Rojava, li çar perçeyên Kurdistan û gelek cihên cîhanê navendên jinan hatin vekirin. Bi riya wan jin gihîştin agahiyan û hêza xwe ya rêxistinkirî mezin kirin.

Jineolojiyê bi têkoşîna azadiya jinan re kir yek

Bi nivîsên xwe rehên entellektuel ê têkoşîna jinan bi hêz kir. Bi gotinên; “Zanista jinan, îfadeya zanistî ya îsrara hebûna bi kêliya jiyanê re ye” Jineolojiyê ne tenê weke disîplîneke akademîk, di heman demê de weke renîşa têkoşîna azadiyê pênase kir.

Di nivîseke bi sernavê; “Têkoşîna azadiya jinan, awêneya azadiya civakek e” de keda jinan a nayê dîtin, çîrokên wan ên nîvçemayî û gotinên wan ên negotî derxist holê.

Di 4’ê Cotmeha 2022’yan de bi êrişa tetîkeşê dewleta Tirk li Silêmaniyê hat qetilkirin. Dema ku li Silêmaniyê xwestin bi êrîşê dengê wê bidin birandin jixwe mîrasa wê zûde mezin bûbû lewre çîroka Nagîhan Akarsel ne tenê çîroka jiyana wê ye; çîroka hebûn, berxwedan û îsrara rêwîtiya jinan a ji bo azadiyê ye.

Akademiya Jineolojiyê û xebatên wê

Nagîhan Akarsel, yek ji avakarên Akademiya Jineolojiyê bû, bingeha entellektuel a têkoşîna azadiyê ava kir. Dersên li akademiye û nivîsên wê, jinan teşwîqê xwedîderketina li dîroka jinan, nasîna mîrasên çandî dikir û wan di jiyana civakî de dikir xwedî rolên pêşeng. Xebatên jineolojiyê yên di sala 2017’an de li Rojava destpê kirin, di pêşengiya Nagîhan Akarsel de ji Efrînê dest pê kir û belav bû. Avakirina navendên jinan ên li Şehba, Heleb, Dêrik, Tebqa, Minbic, Kobanê û Hesekê roleke mezin lîst. Li wan navendan jin hem dibûn xwedî agahiyên akademîk, hem jî aktivîzma civakî.

Di pirtûka xwe ya bi navê “Jin û bîra civakî” de dîroka kolektîf a jinên Kurd û bîra wan a çandî qeyd kir. Di nivîsên xwe de bi perspektîfa jineolojiyê, li ser nûnertiya jinan a di warê polîtîk, aborî û çandî de nîqaşan kir.

Mîrasek mezin li pey xwe hişt

Jiyana Nagîhan Akarsel ji bo jinan bû çavkaniya ilhama têkoşînê. Nivîs û pirtûkên wê, bûn sedem ku jineolojî weke disîplîneke cîhanî were pejirandin. Mîrasa wê ya akademîk, di warê xwedîderktina jinan a li dîroka xwe, parastina wekheviya civakî û bihêzkirina mîrasa çandî de xwedî roleke girîng e. Jinên ku di şopa Nagîhan Akarsel de dimeşin, bi ronahiya jineolojiyê, têkoşîna azadiyê bi pêş dixin. Jiyana wê ne tenê çîroka serkeftineke akademîk e; weke sembola têkoşîna jinan a ji bo guhertina hebûna xwe û bidestxistina mafên xwe tê bibîranîn.

Zarokeke keç ji gundekî Konyayê ku bêhna gulan jê tê… Akademîsyeneke ku bi pênûsa xwe dîroka bêdeng a jinan vedibêje… Di rêwîtiya azadiyê de pêşengek ku şopa xwe dihêle. Jiyana Nagîhan Akarsel ne tenê çîroka kesek e rûbarê azadiyê bi xwe ye.

Endama Akademiya Jineolojî Leman Şêxo di 3’yemîn salvegera wê de behsa jiyan û têkoşîna Nagîhan Akarsel kir.

‘Pêwendiya wê bi xwezayê re hebû’

Leman Şêxo da zanîn ku di salvegera 3’yemîn a Şehadeta Nagîhan Akarsel de, hemû şehîdên doza azadiyê bibîr tînin û wiha got: “Şehîdên ku ji bo welatên xwe canê xwe feda kirine em wan bibîr tînin. Şehîd Nagîhan Akarsel xwedî enerjiyek pir mezin bû. Ji bo jiyanê têdikoşiya û girêdanên wê bi xwezayê re hebû. Armanc dikir ku bibe rojnemevan û karê ragihandinê bike. Şehîd Nagîhan Akarsel dixwest ku bibe nivîskar û siyasetmedarek û di akademiyan de jî cihê xwe girt.”

‘Ew li dijî projeyên dewletên navnetewî bû’

Leman Şêxo diyar kir ku xemên Nagîhan Akarsel ew bûn ku xwe bighîne hemû jinan û wiha pê de çû: “Nagîhan Akarsel dixwest ku têkiliyên wê bi jinan re zêdetir hebe, ti ferq û cudahî gel wê tunebû. Ji hemû jinên pêkhateyan re eynî bûn. Xemên wê yên taybet ku xwe bighê hemû êşên ku jin dikşînin, jinên ku çîrokên wan yên cuda hene, dixwest nîqaşan bi wan re bike û encamên wan çîrokan jî belav bike. Di rêya nivîsandinê, ragihandinê, kovaran û semîneran de ku bighêje çareseriyan. Ji ber şehîd Nagîhan Akarsel li dijî projeyên dewletên navnetewî bû, bi navek, dengek mezin û bi awayekî ne mirovahî, li Silêmanî hat hedefgirtin. Ji ber dewletên navnetewî jinên ku daxwazin siyasetmedar bin û doza mafên xwe bikin, wan qetil dikin. Wekî ku Rêber Apo dibêje jinek azad civakekî azad dike û baweriya Şehîd Nagîhan Akarsel bi vî tiştî hebû ji ber vê dewletên navnetewî naxwazin ku jin azad bibin.” 

‘Emê li ser şopa wê bin’

Leman Şêxo wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Emê wekî endamên Jineolojî li ser rê û şopa Şehîd Nagîhan Akarsel bimeşin. Ji ber ew roniya her jinek bû û digot her jinek ku êşa wê heye yanê êşa min jî heye. Emê wekî Jineolojî zanista jin û jiyanê, zanistina hevjiyana azad û zanista civakî karê wê berdewam bikin û di mijara lêkolînê de bin. Piştî Şehadeta Nagîhan Akarsel li Helebê û Silêmaniyê pirtûkxane li ser navê wê hatin vekirin.”