Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Serkeftina têkoşîna jinê bi hilbijartinan nayê pîvan

Hevberdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgun Uçar got, “Serkeftina têkoşîna jinan bi hilbijartinan nayê pîvan. Em duh li kudere bûn, îro jî li vir in û em di ferqê de ne ku divê ev yek bê xurtkirin û mezinkirin.”

Enqere-  Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclisa Jinan a Partiya Partiya Çepên Kesk ji bo nirxandina piştî hilbijartinê û ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya heyama nû li hev civiyan. Axaftina vekirina civîne ji aliyê Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar ve hat kirin.

‘Me du hilbijartinên krîtîk li pey xwe hiştin'

Çîgdem Kiliçgûn Uçar bi bîranîna kesên di 5'ê Hezîrana 2015'an de di êrîşa bombeyî ya li Amedê de jiyana xwe ji dest dabûn dest bi axaftina xwe kir. Çîgdem Kiliçgun Uçar bi bîr xist ku di êrîşê de nêzî 400 kes birîndar bûne û wiha got: ""Ez destpêkê 5 hevalên me yên di 5’ê Hezîrana 2015’an de li Amedê di êrişê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîrtînim. Nêzî 400 hevalên me birîndar bûn. Me li dijî êrişan têkoşîn berdewam kir. Me hilbijartinên parlamento û serokomariyê li pey xwe hişt.”

‘Rêhberên tevgera jinên Kurd û Tirkiyeyî bûn’

Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku tevgera jinên Kurd û Tirkiyeyî di xebatên xwe yên li ser rêya hilbijartinê de bûne rêhber îro jî rêber in û wiha got: “Helbet di xebatên me yên Meclisa Jinan a Çepên Kesk û Meclisa Jinan a HDP'ê de rêbereke me hebû. Me di danezan, axaftin û têkoşîna xwe de armanca mezinkirina têkoşîna jinê da û xebatên me yên pêşerojê jî wê bi vî rengî bidomin. Di rêya hilbijartinê de me herî zêde têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê û rejîma yek zilamî di warê polîtîkayên jinan de nîqaş kir. Em dizanin ku di serdema nû de bi polîtîkayên mêtîngerî û bi tifaqên dijminatiyê yên li ser vê hatine zêdekirin hewl didin xeteke nû bikşînin. Lê weke me got, ya girîng ji bo me ew e ku îro jî weke duh hewl bidin destkeftiyên jinê hembêz bikin.

‘Em bi 29 wekîlên jin nûnertiya herî xurt a jinê li meclîsê pêk hatiye’

Çîgdem Kiliçgûn Uçar, anî ziman ku di encama têkoşîna jinan a Partiya Çepên Kesk û HDP'ê de bi 29 wekîlên jin nûnertiya herî xurt a jinê li meclîsê pêk hatiye û got: " AKP di hilbijartinan de hemû destkeftiyên jinan hedef girt. Bi saya têkoşîna Partiya Çepên Kesk û HDP'ê 29 parlamenterên jin derxist û me temsîliyeta wekhev û temsîliyeta herî xurt a jinan bi dest xist. Wekîlên me yên jin ên beriya me hem li kolan û hem jî li Meclisê di warê têkoşîna jinê de bi awayekî herî xurt xebitin. Di serdema nû de em ê têkoşîna li meclîs û li kolanan biparêzin. Dema ku AKP ber bi hilbijartinê ve diçû dest ji hedefgirtina hemû destkeftiyên jinan berneda. Xeta sereke ya vekişîna ji Peymana Stenbolê, desteserkirina pêşeroja jin û zarokan bi rêziknameya îstîsmarê, 6284 kirin madeya bazariya hilbijartinê, desteserkirina mafê nefaqeyê û kûrkirina gotinên nefretê bû. Dest ji vê yekê berneda, bi tifaqên xwe hewl da vê yekê xurt bike.”

‘Em rastî parlementoyek hatin ku hebûna me jî tê de tê nîqaşkirin’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku têkoşîna jinan xwedî li rêyeke pir dirêj e û wiha axivî:

“Em rastî parlementoyek hatin ku hebûna me jî tê de tê nîqaşkirin. Li hemberî hemû êrişên desthilatdariya AKP-MHP’ê û şîdeta dewleta mêr, me gav paşde neavêt, têkoşîna me wê bidome. Bila gumana tu hevalên me nebe. Hemû hevalên me yên li vir rastî dînamîkên herî xurt ên vê têkoşînê ne. Hevserokatî, temsîliyeta wekhev, polîtîkayên me yên ku hebûna jinê di hemû qadên jiyanê de xurt dike wê bidome. Meclisa ku hat eşkerekirin nîşanî me da ku divê em têkoşînek pir xurt bikin. Di encamên hilbijartinê de ji sedî 50’ê vê desthilatdariya ku jê re got na û ji nîvî zêdetir civakê jî nîşan da ku li pişt têkoşîna mafdar a jinan e. Dema ku em encamên hilbijartinê dinirxînin em jê re nabêjin têkçûn. Ji ber ku serkeftina têkoşîna jinê ne serkeftineke ku bi hilbijartinan were pîvandin. Em li cihê ku duh lê bûn, em dizanin ku divê ev yek bê xurtkirin û berfirehkirin. Careke din ez ji hemû hevalên xwe yên jin ên ku di vê têkoşînê de keda xwe dane re dibêjim, ji bo kedê serketinê dixwazim. Em ê bi hev re bi ser bi kevin; Kolan a me ye û têkoşîn a me ye.”