Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em têkoşîneke mafdar û rewa dimeşînin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku li Colemêrgê li dijî qeyûm ji roja yekem ve heta niha têkoşînek mafdar û rewa didomînin û got: “AKP’ê siyaseteke rizî tercih kir. Divê em destûr nedin ev belavî me bibe.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Colemêrg - Bertekên li dijî tayînkirina qeyûmê şaredariya Colemêrgê hem ji Kurdistanê û hem jî li gelek cihên Tirkiyeyê berdewam dikin. Di mudaxeleyên ku dem bi dem li dijî protestoyên gel ku li navenda bajarê Colemêrgê berdewam dikin de, di nava hefteyekê de 5 jê zarok 6 kes hatin girtin.
Ji roja ku qeyûm hat tayînkirin ve heta niha Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar li Colemêrgê ye. Der barê polîtîkayên qeyûm û yên desthilatdariyê ku di bin navê ‘normalbûnê’ de dide meşandin de ji ajansa me re nirxandin kir. Çîgdem Kiliçgun Uçar da zanîn ku li dijî polîtîkayên qeyûm di têkoşîna ku bi gel re didin meşandin de bi biryar in û gav şûnde navêjin û destnîşan kir ku piştî hilbijartinê desthilatdariya ku têk çûye tercîha xwe li aliyê siyaseta riziyayî ve kiriye.
‘Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi qeyûm hewl dide rotayê bide siyaseta demokratîk’
Çîgdem Kiliçgun Uçar îşaret bi wê yekê kir ku hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê di aliyê Tirkiyeyê ve di her wateyê de hilbijartinek rexnegir bû û got: “Me di gelek hilbijartinan de ev dît lê belê di vê hilbijartinê de desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hemû derfetên dewletê ket hilbijartinê. Bi sernavên hilbijêrên qeyûm û sernavên cuda encamên hilbijartinê, hê hilbijartin dest pê nekiribûn ket nava hewldanên ku alî diyar bike. Encamên hilbijartinê li gorî dilê desthilatdariyê nebûn. Piştre jî pêvajoya îtarazê dest pê kir û ji vê jî encam negirt. Dema em lê mêze bikin mînaka herî mezin a vê rewşê em dikarin weke Curnê Reş bidin. Di dawiya van de careke din ket wê rewşê ku serî li qeyûman bidin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi qeyûman hewl dide rotayê bide siyaseta demokratîk û daxwazên gelê Kurd. Ev rewş ji bo gel ne tiştek nû ye. Di dîroka komara Tirkiyeyê de di têkiliyên bi Kurdan re ev hene. Di vê xalê de rewşa înkar û asîmilasyonê ya AKP’ê divê jê re bê gotin ku qeyûm e. Qeyûmê yekem li Colemêrgê hat tayînkirin. Piştî rojekê dema li kampa Kizilcahamamê, polîtîkayên dewletê yên li dijî Kurdan hatin rexnekirin qeyûm hat tayînkirin.”
‘Em têkoşînek mafdar û rewa dimeşînin’
Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku ji kêliya hatine Colemêrgê ve heta niha rastî dorpêçê hatine û bal kişand ku roja yekem derketina ji avahiya partiyê jî hatiye astengkirin. Çîgdem Kiliçgun Uçar da zanîn ku li dijî dorpêçê destpêkê meş û piştre jî çalakiya nobetê dane destpêkirin, gel jî piştgiriyek mezin daye û kesên ku xwestine werin gel wan ji aliyê polîsan ve hatine astengkirin. Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku gel li dijî qeyûm di berxwedanê de bi îsrar e û bal kişand ku berxwedana derketiye holê ji pêvajoya 2016 û 2019’an cudatir e û anî ziman ku gel vê rewşê careke din qebûl nake, li dijî vê dê têkoşînê berdewam bikin, hebûna AKP’ê li Kurdistanê şer, înkar, polîtîkayên şerê taybet û her cureyê tundiyê xwe nîşan daye û ev tişt got:
“Di rojên pêşiya me de ji ciwanan heta pîran hemû kesan li ber xwe dan. Avahiya me ya bajar qet vala nema û gel hem îradeya xwe hem ji daxwaza azadiya xwe heta dawî parast. Her gava ku em derdiketin kolanan, rastî dorpêçeke cidî ya polîsan dihatin lê gelê me yê li vî bajarî dijî li paş nema. Bi hemû şêwazan ev çalaki û xwepêşandan zêdetir mezintir û bihêztir bûn. Ev bi rojan e em li qadan in, em têkoşîneke mafdar û rawa dimeşînin. Rejîma qeyûm a bê hiqûq û bê edalet e ne rewa ye. Desthilatdar bi vê gava rejîma qeyûman ji nû ve di nava avakirina riyan de ye. Ev tayînkirina qeyûm bi xwe desthilatdariya AKP-MHP li ser demokrasî, hemû nirxên civakê daxawza ji nû ve avakirina tundiyê ye loma jî sekna li dijî vê yekê divê gelek mezin be.”
‘AKP’ê siyaseteke rizî tercîh kir’
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ku hem di dema nêz de hem jî li tabloya di hilbijartinên herêmî de derket holê dema ku dinêrin, dibînin ku civakê li dijî polîtîkayên AKP’ê berpirsyariyek mezin mezin girtiye ser xwe û wiha domand: “Ji bo ku ev polîtîka nedomin, berpirsyarî girt û ev yek ji bo her kesê peyam bû. Ji ber vê yekê AKP-MHP demek dirêj nikaribûn encamên hilbijartinan bipejirînin. Hema li piştî hilbijartinê ketin lêgerînan, em li bendê bûn ku AKP, vegere salên xwe yên destpêkê yên siyasetê lê dijberî vê bû. AKP’ê siyaseteke riziyayî tercîh kir. Ev yek tercîha wan e lê divê em destûr nedin ev sîrayetî me bike. Niha nîqaşên normalbûn û makezagonê yek ji tiştên ku desthilatdariya AKP’ê ji ber bêhêziya xwe daye pêşiya me ye. Me hemûyan dît ku ji van nîqaşên gelek caran çêbûn tu encam derneket. Ger tişta ku em jê re dibêjin normalbûn, pejirandina Kurdan û mafê wan ê siyaseta demokratîk be, ji bo vê pêdivî beriya her tiştî bi hevrûbûnê heye. Heta ku ev hevrûbûn çênebe, kodên ku aqilê dewletê li ser rûniştiye neguherin, gavên ku ji bo vê yekê werin avêtin dê seranser bin û jixwe wisa jî bû.”
‘Bi qeyûm me dît ku gavên normalbûnê çawa ne’
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ku tenê bi hevdîtina bi CHP’ê re behsa normalbûyînê nikare were kirin û wiha got: “Li vî welatî hemû partiyên ku siyasetê dikin û herî zêde jî dema ku tu guh bidî daxwazên civakê normalbûn çêdibe. AKP’ê ne vê yekê, kûkirina polîtîkayên ku sed sal in hene tercîh kir. Ji ber vê jî ne ne hewce ye mirov bibeje normalbûn. Bi qeyûm re me dît ku gavên normalbûnê çawa tên avêtin. Divê mirov bibêje ku AKP vegeriya modela xwe, modela netew dewletê. Berxwedana civakî ya ku îro didome jî dê li dijî vê weke bersiveke xurt derkeve holê.”
‘Em encamên tenêhiştina Kurdan dijîn’
Çîgdem Kiliçgun Uçar behsa polîtîkaya CHP’ê jî kir û gotinên xwe wiha domand: “Em îro hê jî encamên salên 2016 ve 2019’an dijîn. Di wan salan de Kurd bi tenê hatin hiştin. Misyona ku AKP’ê da siyasetê pir hegemonîk ma. Siyaseta ku muzakere ye, dijberî vê rola xwe ber bi xaleke ku parçe dive ve çû. Têçkûna di hilbijartinê de, bixwaze nexwaze li pêşiya AKP’ê deriyê diyalogê da vekirin lê jixwe mirov nikare bibêje teqez dê ji vê yekê demokrasî derkeve û divê mirov nebêje jî. Di mijara Kurd de ji aliyê muxalefetê ve muhasebeyek çênabe lewre avabûna dewletê li ser înkar û dijberiya Kurdan e. Ji ber wê tu hebûneke ku meseleya Kurd bi awayê demokratîk negire rojeva xwe, nikaribe bigre dê temenê wê dirêj nebe. Li dijî binpêkirinên li ser gelê Kurd sekneke CHP’ê heye lê ne pêkan e ku mirov bibêje ev yek bes e. Divê bi awayekî rastir were destgirtin. Di nava vê yekê de îrade, statu û daxwaza maf heye. Ev mijar cesaretê dixwaze. Siyaset bi xwe jî tiştek ku cesaretê dixwaze ye.”
‘Divê bi daxwazên gelê Kurd re hevparê hebe’
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ku pêdiviya Tirkiyeyê bi atmosfereke diyalogê ya nû heye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Meseleyên ku em li ser wan diaxivin di bingeha hemûyan de jî mijara Kurd heye. Ev tiştên ku em nû dijîn nîn in, demek dirêj e hene. Gelê Kurd, li dijî her êrîşê deriyeke ku bibe bersiv dît. Îro çalakiyên dayikan ên li pêşiya girtîgehan, derneketina hevdîtinê ya girtîgehan çend ji van in. Gelê Kurd ê ku her dem riyek dibîne divê li her derê ku deng jê bilind dibe, hevparî hebe. Dayik li pêşiya wan girtîgehan ne tenê ji bo xwe, ji bo demokratîkbûnê rûdinin. Gel tevî vê atmosfera bi şîdet jî her dem daxwazên xwe tîne ziman. Em weke DBP, di vê mijarê de bi biryar û bawer in. Di serî de qeyûm û tecrîd em ê di her çalakiyê de dengê xwe bidin bihîstin û gotinên xwe bibêjin.”