Çîdem Kiliçgun Ûçar: Divê rê li ber aştiyê bê vekirin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîdem Kiliçgun Ûçar li Semsûrê bi nûnerên saziyên civakî, rûspî û keyayan re di bernameya taştê de civiya û diyar kir ku ew dixwazin hemû nasnameyên cuda li ser vê axê bi hev re di nava aştî û demokrasiyê de bijîn.
Navenda Nûçeyan – Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîdem Kiliçgun Ûçar di çarçoveya bernameya partiya xwe ya bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” li navçeya Kolikê ya Sêmsûrê bi nûnerên rêxistinên sivîl, çapemeniya herêmî, rûspiyên navçeyê û keyayan re di bernameya taştê de civiya. Bername li kafeyek Kolikê hate lidarxistin.
Çîdem Kiliçgun Ûçar û beşdaran di civînê de bi hev re taştê xwar. Çîdem Kiliçgun ûçar daxuyanî da û bal kişand ser geşedanên di nava pêvajoyê de diqewimin.
‘Divê rê li ber aştiyê vebe’
Çîdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku pirsa bingehîn ev e ku çima sed sal e pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin û wiha got: “Îro em di serdemeke wiha de ne ku ji her demê zêdetir nêzî çareseriya pirsgirêka kurd bûne. Gelên ku ji dîrokê ve di nav vê welatî de bi hev re dijiyan, çi bû ku ji nişka ve hatin rûbirûkirin û tunehesibandin. Tirkiye, yek ji yekemîn dewletên netewe yên avaker e. Rojhilata Navîn bi vî rengî hat sêwirandin. Gelo di vê sedsalê de kurdan çi kir? Kurd her dem di nav têkoşînê de bûn. Çima di hiqûqê de cih ji bo kurdan nîn e? Di heman demê de, tevahiya welat bi bêhiqûqiyekê re rûbirû hat hiştin. Ji ber vê yekê em dibêjin çareseriya pirsgirêka kurd, rizgarî û azadiya Tirkiyeyê ye. Piştî bangawaziya 27’ê Sibatê, cara yekemîn e ku partiyên di meclisê de ji bo çareseriyê hatine cem hev.
‘Êdî hemû kes aştiyê dixwaze’
Em di erdnîgariyeke wiha de ne ku pergal bixwe di nav krîzeke kûr de ye. Kurd, li herêmên ku krîzên dewletê lê hene, têkoşîna demokratîkbûnê dimeşînin. Di şerê Îranê de xwestin ku Kurd di ji bo berjewendiyên hêzên hegomonîk herî pêş de şer bikin. Lê gelê Kurd êdî rêya xwe diyar kiriye, çand û nasnameya kurdan li Rojhilata Navîn wekî avakerê demokrasiyê tê naskirin. Serdema nû, serdema jiyana hevpar e. Ji ber vê jî armanc ew e ku aqilê dewletê yê ku sedsala xwe bi înkarê derbas kiriye, ber bi demokratîkbûn û jiyana hevpar ve were veguherandin. Lê belê dewlet bi gavneavêtina xwe ve hewl dide paşeroja Tirkiyeyê dîl bigire. Ji ber vê yekê hewcedarî bi çaçoveya qanûnê heye. Çima zimanê gelekî nakeve bin mîsogeriya qanûnî? Em dixwazin ku hemû nasnameyên cuda li ser vê axê bi hev re di nava aştî û demokrasiyê de bijîn. Êdî hemû kes aştiyê dixwaze. Dewlet bi gavneavêtina xwe ve rê li ber aştiyê digire. Divê rê li ber aştiyê vebe.”
‘40 roj in destûra şandeyê nehatiye dayîn’
Çîdem Kiliçgun Uçar, bersiv da pirsa “Hûn di vê serdemê de bi hemû derdoran re tên cem hev, tevlîkirina aliyên din di nav vê pêvajoyê de dê çi bandorê li ser birêvebirina pêvajoyê bike?” û wiha got: “Birêz Ocalan vê rewşê pir girîng dibîne û dibêje ku ‘Ez dixwazim vê pêvajoyê bi hemû dorhêlan re nîqaş bikim’. Lê belê dewlet di vê xalê de bi dernexistina çarçoveya qanûnê rê li ber vê yekê digire. Ev 40 roj in ji bo çûyîna şandeyê bersiveke erênî nedaye. Divê em li ser maseya ku hatiye avakirin, aliyê ku aştiyê dixwaze bihêz bikin. Çima her kes nebe xwedî gotinekê ji bo aştiyê? Ji bo vê yekê em di siyaseta demokratîk de israr dikin û em ê israra xwe bidomînin.”
Bername piştî pirs û bersivan bi lêdana çepikan bi dawî bû.