Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin

Li gor çeteleya JINNEWS’ê, di nava 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin, 170 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.

Amed- Li bajarên Kurdistan û Tirkiye tundiya li dijî jinan didome, her roj qetilkirina 2 jinan di çapemeniyê de tê teyîsandin. Li gor daneyên ku JINNEWS bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê berhev kir, di 10 mehên îsal de 316 jin hatin qetilkirin, 170 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.

Li gor çeteleyê, 98 jin ji aliyê mêrên pê re zewicî ye, 28 ji aliyê mêrên hevberdan, 33 ji aliyê mêrê di asta hevberdanê de hatin qetiklirin. 11 jin ji aliyê bav, 18 ji aliyê kurê xwe ve, 6  ji aliyê mêrên pê re dijîn, 28 ji aliyê mêrên nas dikin, 25  ji aliyê mêrê pê re têkilî jiyane, 19  ji aliyê xizmên xwe ve, 12 jin aliyê mêrên nasnameya wan nayê zanîn, 10 jin ji mêrên jê veqetiyane, 2 ji aliyê mêrên nasnakin ve hatin qetilkirin. Gumanbarê sê jinan jî nêzîkatiya wan a bi jinê re nehat tespîtkirin.

Çile

Di meha destpêkê ya sala 2024’an de 27 jin û 4 zarok hatin qetilkirin, 17 jin û 3 zarok bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.

7 jin ji aliyê mêrê pêre zewicî ve, 2 jin ji aliyê mêrê hevberdayî ve, 2 jin ji aliyê mêrê pêre di nava pêvajoya hevberdanê de, 1 jin ji aliyê bavê xwe ve, 1 jin ji aliyê mêrê pêre jiyan dike, 4 jin ji aliyê kesê nas ve, 1 jin ji aliyê kesê ne nena, 3 jin ji aliyê havalê xwe yê mêr ve, 1 jin ji aliyê zava, 2 jin ji aliyê mêrê jê cûda bûye, 1 jê ji aliyê cîranê xwe ve hate qetilkirin.

Cînayetên jinan li Manîsa 4, Stenbolê 2, Sakarya 2, Îzmîr 2, Bursa 2, Antalya 2, Kocaelî 2, Mersîn 1, Aydin 1, Gîresun 1, Eskîşehîr 1, Mêrdîn 1, Wan 1, Amed, Adane 1, Enqere 1, Dîlok 1 û Zonguldak 1 di nav de li bajarên cûda hate encamdan.

Sibat

Di meha Sibatê de, 39 jin hatine qetilkirin û 15 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku di meha Sibatê de herî zêde jin ji aliyê mêrê hevberdaye ve hatin qetilkirin.

Ji jinên hatine qetilkirin 9 ji wan ji aliyê mêrên ku hev berdane ve, 6 jin ji aliyê mêrên ku nas dikirin ve, 6 jin ji aliyê mêrên ku bi wan re di nava têkiliyan de bûn, 8 jin ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicîbûn, 6 jin ji aliyê kurê xwe ve, 3 jin ji aliyê bavê xwe ve, 1 jin jî ji aliyê mêrê ku bi hev re di pêvajoya hevberdanê de bûn hatin qetilkirin.

Qetliamên jinan Stenbolê 10, li Artvînê 1, li Enqereyê 2, li Aydinê 1, li Sakaryayê 3, li Edîrneyê 1, li Samsûnê 2, li Bursayê 3, li Bartinê 1, li Xarpêtê 1, li Hatayê 1, li Burdurê 1, li Dîlokê 1 li Duzceyê 2, li Edeneyê 1, li Rihayê 1, li Antalyayê 1, li Amedê 1, li Denizliyê 1, li Çanakkaleyê 1, li Îzmîrê 1, li Erziromê 1 û li Manîsayê jî jinek hatin qetilkirin.

Jin herî zêde ji aliyê hevberdane ve hatin qetilkirin.

Adar

Di meha Adarê de 24 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 24 jin û 2 zarok bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.

8 jin ji aliyê mêrên pêre zewicîn ve, 3 jin ji aliyê mêrên hevberdayî ve, 1 jin ji ber xwest veqete, 1 jin ji aliyê mêrê nas dikir ve, 1 jin ji aliyê mêrê ku nas nedikir ve, 2 jin ji aliyê mêrên bi wan re dijiyan ve, 1 jin ji aliyê bavê xwe ve, 2 jin ji ber dest ji mêrên bi wan re zewicî berdan, 3  jin ji aliyê zarokên xwe ve, 1 jin ji aliyê birayê xwe ve, 1 jî ji aliyê mêrê ku nehat naskirin ve hat qetilkirin.

Qetliamên jinan li Kutahyayê 1, li Muglayê 1, li Mersînê 2, li Bedlîsê 1, li Îzmîrê 1, li Edeneyê 1, li Stenbolê 8, li Erziromê 2, li Êlihê 1, li Kocaeliyê 1, li Dîlokê 1, li Amedê 1, li Çanakkaleyê 1 û li Enqereyê jî 2 jin hatan qetilkirin.

 Nîsan

Di meha Nîsanê de 30 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û 1 zarok bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.

11 jin ji aliyê mêrê pêre zewicîn ve, 1 ji aliyê mêrê hevberdayî ve, 7 ji aliyê mêrê pêre di nava pêvajoya hevberdanê de, 1 zarok, 1 ji aliyê birayê xwe ve, 3 ji aliyê mêrê pêre dijî ve, 1 ji aliyê mirovê xweve, 2 ji aliyê kesên nas dike ve, 2 ji aliyê havalên xwe ve, 1 ji aliyê mamê xwe ve hate qetilkirin.

Li Amed 1, Mêrsîn 2, Edirne 1, Balikesir 1, Antalya 2, Tekirdag 1, Stenbol 4, Mereş 2, Enqere 2, Bolu 1, Manisa 2, Kayserî 1, Semsûr 2, Samsun 2, Mugla 1, Karabuk’ 1, Agirî 1, Kirikkale 1, Aydin 1, Çankiri 1 jin hate qetilkirin.

Gulan

Di meha Gulanê de 34 jin û 8 zarok hatin qetilkirin, 18 jin û 2 zarok bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.

11 jin ji aliyê mêrên pêre zewicîn re, 3 ji aliyê mêrê pêre di nava pêvajoya hevberdanê de, 2 ji aliyê mêrê hevberdayî ve, 6 ji aliyê kesê nas ve, 1 ji aliyê bavê xwe ve, 3 zarok, 1 ji aliyê zavayê xwe ve, 1 ji aliyê birayê xwe ve, failê 1 jinê nehate tesbîtkirin, failên dû jinan nêzbûna wan nehate tesbîtkirin.

Li Enqere 3, Stenbol 7, Adana 3,  Xarpêt 1, Kilis 1, Kayserî 1, Tekirdag 1, Samsun 2, Manîsa 3, Dîlok 1, Riha 1, İzmir 2, Aydın 1, Çorum 2, Mugla 1, Kocaeli1, Osmaniye 1, Erzirom 1, Amed1 jin hate qetilkirin.

Hezîran

Di meha Hezîranê de 37 jin û 10 zarok hatin qetilkirin, 7 jin û 2 zarok bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.

Ji jinan 16 ji aliyê mêrê pêre zewicî ve, 5 ji aliyê mêrê pêre di nava pêvajoya hevberdanê de, 3 ji aliyê mêrê havberdayî ve, 2 ji aliyê mêrê dest jê berdayî ve, 3 ji aliyê mêrên nas ve, 5 ji aliyê kesên nasnameya wan nehatî tesbîtkirin ve, 1 ji aliyê zavayê xwe ve, 2 ji aliyê bavê xwe ve, 1 ji aliyê mirovê xwe ve, 1 ji aliyê mêrê pêre re hatin qetilkirin.

Qetliamên jinan li Enqere 5, Mersin 2, Riha 1, Konya 2, Adana 4, Colemêrg 1, Rize 1, Mêrdîn 2, Eskişehir 3, İzmir 4, Amed 1, Kayserî 1, Denizlî 1, Nigde 1, Xarpêt 1, Dîlok 2, Aydin 1, Kirikkale 1, Antalya 1, Stenbol 1 û Tekirdag jî 1 di navde li bajarên cûda hatin qetilkirin.

Tîrmeh

Di meha Tîrmehê de 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin, 22 jin û 2 zarok bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.

Ji jinan 1 ji aliyê mêrê ku di pêvajoya hevberdanê de, 4 ji aliyê  mêrên ku hevber dabûn ve, 2 ji aliyê kurên xwe ve, 1 ji aliyê mêrê bi hev re bûn ve, 1 ji aliyê birayê xwe ve, 1 ji aliyê mêrê ji hev veqetiyabûn ve, 1 ji aliyê mêrê ku hev nas nedikirin ve, 1 ji aliyê bavê xwe ve, 6 ji aliyê mêrê pêre zewicî ve, 1 ji aliyê mêrê nas dikir ve 1 jî ji aliyê xizmê xwe ve, 2 ji aliyê mêrên mirovên xwe ve  hatin qetilkirin.

Xarpêt 2, Kutahya 1, Adana 1, Stenbol 3, Meletî 3, Karaman 1, Semsûr 1, Sêrt 1, Erzirom 1, Giresun 1, Kayserî 1, Kocaelî 1, Edirne 1, Gumuşhane 1, Mersin 2 jin hatin qetilkirin.

Tebax

Di meha Tebaxê de 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û 3 zarok bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.

Ji jinan 6 ji aliyê mêrên ku pê re di nav têkiliyan de ne, 8 ji aliyê mêrê pêre zewicî ve, 1 ji alyê mêrê neviyê wê ye, 1 ji aliyê mêrê ku jê veqetiyaye, 4 ji aliyê mêrê ku di pêvajoya berdanê de bûn, 3 ji aliyê mêrê ku xizmên wan bûn, 1 ji aliyê mêrê jê veqetiya ye, 1 ji aliyê mêrê ku bi mahra olî pê re zewicî, 1 ji aliyê bavê xwe ve, 4 ji aliyê mêrê ku nasê wanin û 1 jî ji aliyê mêrê ku birayê wê ye ve hatin qetilkirin.

Qetliamên jinan li Antalya 1, Denizli 1,  Enqere 1, Sêrt 1, Konya 3,  Samsun 1, Afyon 2,  Mersîn 2, Stenbol 2, Riha 2, Tekirdag 1,  Muglayê 1, Îzmîrê 2, Zonguldakê 1, Giresun 1,  Eskîşehîr 1, Hatayê  1, Trabzon 1 û li Edeneyê jî 1 jin hatin qetilkirin.

Îlon

Di meha Îlonê de 30 jin û 1 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û 4 zarok bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.

Failên jinên ku hatin qetilkirin cardin ên herî nêzin.  Ji jinan 7 ji aliyê mêrên pêre zewicî ve, 5 ji aliyê mêrên ku jê veqetiyaye, 5 jin ji aliyê mêrê ku di pêvajoya berdanê de bûn, 2  ji aliyê bavê xwe ve, 1 ji aliyê cîranê xwe ve, failên 4 jinan jî nehatin tespîtkirin, 4 jin ji aliyê mêrê ku pê re dijiyan ve, 1 ji aliyê zarokê xwe ve û 1 ji aliyê xizmê xwe ve hatin qetilkirin.

Li Semsûrê 2, Kayseriyê 1, Konyayê 2, Enqere 1, Aksaray 1, Meletî 1,  Afyon 1, Hatay 2,  Kocaelî 1,  Stenbolê 4, Qersê 1, Samsunê 1, Mêrsînê 1, Dîlokê 1, Aydinê 2, Sakaryayê 1, Amedê 1, Îzmîrê 2, Karabûkê 1,  Antalya 1,  Mereşê jinek û  Manîsayê jî 1 jin hate qetilkirin.

Cotmeh

Di meha Cotmehê de 43 jin û 6 zarok hatin qetilkirin, 22 jin û 4 zarok bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.

Ji jinan 16 ji aliyê mêrên pêre zewicîn ve, 4 ji aliyê mêrê pêre di pêvajoya hevberdanê de, 6 ji aliyê mêrên nas dikirin, 1 ji aliyê mêrê pê re di nav têkiliyan de bû, 1 ji ber ku xwest veqete, 3  ji aliyê xizmên xwe ve, 1 ji aliyê kesê nasnama wî nehat zanîn ve, 2 ji aliyê mêrê ku ji wan veqetiyabûn, 1 ji aliyê zarokê xwe ve û 1 jî ji aliyê mêrên ku ew nas nedikirin ve hatin qetilkirin.

Li Îzmir 2, Kastamonu 2, Kocaeli 1, Bursa 2, Hatay 3, Nevşehir 1, Stenbol 7, Êlih 1, Mugla 1, Enqare 2, Mersin 2, Konya 1, Amed 2, Riha 1, Tekirdag 2, Kirikkale 1, Balikesir 2, Samsun 1, Sakarya 1, Adana 4, Dîlok 1, Antalya 1, Aydın 1, Zonguldak 1 jin hatin qetilkirin.