Çareserî bi hêza Rêber Abdullah Ocalan pêkan e – ANALÎZ

Li Kurdistanê, herêmê û cîhanê wê tansiyon bilind be, wê bi rêjeyeke girîng êdî diyar bibe ku ewê sedsala 21’emîn şeklekî çawa bigire. Riya hêviyê, çareseriyê, azadiyê û xilasiyê bi hêza Rêber Abdullah Ocalan pêkan e.

BÊRÎVAN ZÎLAN

Di nava demeke ku li cîhana em tê de gelek geşedan û bûyerên bi lez diqewimin de, çav û guhê her kesî li bangewaziya Rêber Apo ku tê payîn di demeke nêzîk de bike ye. Herî zêde jî yên ku dixwazin ji alozî û qrizên ku sîstemên desthilatdar û netew dewlet ava kirine xilas bibin, di nava bendewariyê de ne. Ji ber ku dizanin riya hêviyê, çareseriyê, azadiyê û xilasiyê bi hêza Rêber Abdullah Ocalan pêkan e. Şandeya Îmralî ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir, di encama van hevdîtinan de bi dewletê û partiyên Kurd yên li başûrê Kurdistanê re jî rûnişt û rêveberên PKK'ê jî ragihandin ku nameyên Rêber Apo gihîştiye destê wan. Ev pêvajo û hevdîtinên bi Rêber Apo re, mohra xwe li demê daye û bûye wek rojeveke sereke ku her kes pê diaxive. Di heman demê de moral û coşeke mezin û hêzgirtinek jî ji vê pêvajoyê hatiye girtin.

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn

Beriya vê pêvajoyê bûyerên ku bi lez li herêmê û cîhanê li pey hev hatin,  wiha bûn: Şerê Cîhanê yê 3’yemîn piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê bi qismî zêde bû. Bi taybetî jî di 7’ê Cotmehê de bi êrîşa Hemasê ya li ser Îsraîlê re, bû sehneya pêşketinên bi lez. Bi êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezayê re Hemas, bi êrîşa li ser Lubnanê re Hîzbulah û di ser HTŞ’ê re êrîşên li ser Sûriyeyê jî rejîma Esad hatin tasfiyekirin. Di navbera hêzên navnetewî û hêzên klasîk ên herêmî de jî şerê ji nû ve şekilkirina Rojhilata Navîn  bipêş ket. Îsraîlê li ber çavê her kesî bi eşkereyî nîşan da ku tu sînor û pîvanên ehlaqî yên vî şerî tuneye. Mafên mirovan, mafên jin û zarokan, mirinên sivîl, tunebûna bajaran, bi tevahî li gor berjewendiyên deshilatdaran weke pirsgirêk tê dîtin, li holê tiştekî wek sûcê şer, nirxê hiqûqî nehiştin. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn bi şeklî be jî, nirxên gerdûnî yên ku modernîteya kapîtalîst weke demokrasî, mafên mirovan, mafên sivîlan, sûcên şer datîne holê jî, ji holê rakiriye. Weke pêvajoya tunekirinê ya bêrehm û bêyî ku hesab bide bi pêş ket.

Îsraîlê, piştî ku HTŞ’ê rêveberiya Sûriyeyê bidest xist, êrîş bir ser hemû cebilxaneyên rejîmê, êrîşî çekên wan ên giran kir, li girên Golanê bi cîh bûn û eniyên xwe xurt kirin. Ev jî nîşan dida ku dewleteke Sûriyeyê ya bêhêz dixwaze. Kravat kirin stûyê serokê çeteyan Colanî û çakêt lê kirin. Bi maskeya ‘modernkirinê’, di herêmê de hem weke darekî tehdîtê bi kar anîn û hem jî rêveberiyeke bi zexta ‘terorîst’ her tim weke dixwazin beralî bikin, dane pêş. Heta ku şeklekî bide rewşên li herêmê bipêş dikevin, wiha rêveberiyeke Sûriyeyê ya weke bixwaze bi kar bîne hebe li îşê hêzên navnetewî û herêmî tê. Birastî jî hemû dewletên navnetewî û di serî de dewleta Tirk, dewletên herêmî bi dorê çûn bi Colanî re hevdîtin kirin ku vê yekê nîşan dide.

Êrîşên li ser Rojava

Li pişt êrîşên HTŞ’ê yên di 27’ê Mijdarê de dest pê kirin, aşkera bû ku Emerîka, Îngiltere û Îsraîl heye. Dewleta Tirk, piştî merhaleyeke diyar tevlî plansaziya ji aliyê van hêzan ve hatî kirin bûye. Bi taybetî jî bi çeteyên SMO’yê re li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê, berê xwe da êrîşên li ser şoreşa Rojava û hîn jî van êrîşan didomîne. Ji aliyê AKP’ê ve, ev pêvajo mîna ku serkeftina wê ye hat nîşandan, serfiraziya vê pêvajoyê bi hunerweriya xwe ve girêdan. Yek jî pêvajoya ku di ser HTŞ’ê re hat pêşxistin, wek şoreş pênase kirin ku ev yek jî wek şerê taybet bipêş xistin.  Ji bo Şerê Cîhanê yê 3’yemîn li Rojhilata Navîn rê li ber pêşketina şoreşeke zincîrwarî veneke, pêvajoyeke pir bi îhtimam, bi ziravî û tundî hat şixulandin. Herêma Rojhilata Navîn bi giştî ket nava pêvajoya şerekî ku tê de şerê fizîkî û îdeolojîk  pir zêde ye û di nav hev de ye û hemû nirx tê de tên serûbinkirin.

Helwesa jinan û gelan

Bêguman dema dîktator tên daxistin, girseyên ku dîktatoran ava dikin û li ser milên xwe hildigirin jî zirarê dibînin, lê yên bi hilweşîna herî mezin re rû bi rû tê hiştin, dîsa civak e. Sîstema bi deshilatdariya mêr, dema dîktatoriyan ava jî dike, hildiweşîne jî li jinan dide. Sîstemên bi deshilatdariya mêr, rik û têknebirina nav hev bi vî awayî bi şerê berdewam dikin dixwazin bi encam bikin, yên zirara herî mezin dibînin jî jin, zarok û çînên xizan û belengaz in. Herî dawî tiştên li Sûriyeyê hatin jiyîn jî careke din vê îspat kir. Di bin navê şoreşê de, bi gelên Sûriyeyê, Elawiyan, Durziyan, gelên Xirîstiyan û jinan zilmeke mezin dan jiyankirin. Xeta Sunî ya Îslama Radîkal xwestin ku serwer bikin û bi vê yekê ve dixwestin ku Sûriyeyê ber bi şerekî navxweyî yê nû ve bikşînin. Di nav vê tevliheviyê de hem Rêveberiya Xweser û hem jî rêxistinên jinan, di nav helwesteke ku bi tevahî gelên Sûriyeyê û yekîtiya demokratîk a Sûriyeyê diparêze, lê xwedî derdikeve û têkiliyên wan bi hêz dike de bûn. Ev sekin xwedî girîngiyeke pir mezin e û bandora xwe li ser vala derxistina siyasetên qirêj yên ku dixwazin Sûriye ber bi felaketên nû ve dehf bide, dike. Li aliyeke din jî berxwedana şervanan a li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, her wiha sekn û çalakiyên gel ku bi kerwanan beşdarî nobeta li Bendava Tişrînê dibin, israr û rihê berxwedaniya gel a li hemberî dagirkeriyê nîşan da. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Çileyê ve ji bo parastina bendavê û nîşandana bertekên xwe yên li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nobetê digire. Di van çalakiyan de ji gel şehîd jî çêbûn, xwedî derketina gel a li bendavê bi tevlîbûneke lehengane tê kirin.

Di rast diyarkirina pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hêza siyaset, berxwedan û têkoşîna gel di girîngiyeke diyarker de ye. Di warê giştî de li Sûriyeyê û Rojava, siyaseta Netewa Demokratîk hîn bandorker û polîtîk e. Felsefeya ku şoreşa Rojava ji xwe re esas girtiye, pêşxistina bi hêz a dîplomasiya wê û parastina wê, di heman demê de danîna holê ya îradeya berxwedaneke ku têk naçe ya li beramber hemû êrîşan a bi gel re, xwedî asta bandorkirineke ku wê rêveçûna dîrokî beralî bike ye. Sekin û berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi misogerî wê pêşeroja Sûriyeyê diyar bike.  Şoreşa jinê ya demokratîk, Sûriyeya Demokratîk, li dijî hemû êrîşên qirêj ku tên ferzkirin e.

Rewşa Îran û Îraqê

Îran hem li derve û hem jî li hundir zehmetiyeke mezin dikşîne, di asta herêmê de dikare çiqas bi bandor bibe, hê ne zelal e. Ne lîstok avaker be jî, wê hewl bide roleke lîstokê xera bike bilîze. Ji ber ku baş dizane wê dor were ser wê. Îran tirsa ku wê di welatê xwe de dînamîkên hundirîn biteqin, ji ber hejandina ku serhildanên Jin, Jiyan, Azadî ava kiriye hê derbas nekiriye, ji bo vê jî cezayên dardekirinê berdewam dike. Weke ku Rêber Apo diyar dike, Îran yan ji vê pêvajoyê li ser esasê demokratîkbûnê derketinekê çêbike, yan jî di ya kevin de israr bike û pêşiya mudaxeleyên derve veke û rêya tunebûna xwe ava bike.

Îraq jî jiber li ber serê wê, pêkhateyeke wiha çete dibe deshilatdar û terzê şer ê Îsraîlê yê xwe belav dike kete nava fikarên metirsîdar. Ji aliyê din ve, hal û rola dewleta Tirk di dagirkeriya Sûriyê de dîtin jî, di hin beşên diyar yên Îraqê de nerihetî ava kir. Ji ber ku bi peymanên hatine çêkirin, baregehên dewleta Tirk li Başûr û Îraqê heta tu bêjî berfireh bûne, li gelek cihên stratejîk bi cî bûne. Her wiha dema dor were ser Îraqê, realîteyeke dewleta Tirk û leşkerên wê heye ku di hundir de bikaribin rola Hespê Trûvayê bilîzin. PDK jixwe di pêşgav avêtinên Tirkiyê yên di başûr de rol leyîst. Di pêvajoya pêş me de, di zemîna Îraqê de, dibe ku polîtîkayên Emerîka, Îsraîl, dewleta Tirk û Îranê zêdetir bibin û nakokiyên di navberê de dijwartir bibin. Îsraîl û hêzên derve, di paqijiya rê ya diçe Îranê de, li ser Îraqê jî wê di nav plansaziyên cuda de bin.

Fikara xeteriyê

Di demên  van geşedanan de di dewleta Tirk de pêngavên di aktoriya Bahçelî de ku nedihat hêvîkirin, vegotinên li ser Rêber Apo, bi îhtimaleke xurt e ku çavkaniya xwe ji fikara vê xeteriyê li gor xwe berteraf bike digre. Konjonktura herêmî ya ku ji aliyê hêzên derve ve ji bo Kurdistanê bê statu bikin tê avakirin, dibe ku îro jî bixwazin bi statu dayîna Kurdistanê nû bikin. Ev rewş Tirkiyê jî ditirsîne. Tirkiye, ji bo pêvajo ji vî milî ve neçe hewldanên cur be cur dike. Meseleya xuşk û biratiya Kurd û Tirkan a di ser Bahçelî re dikin rojev, ji aliyekî xwe ve çavkaniya xwe ji van pêşketinan jî digire. Dixwazin di rewşên wê dibe ku ji milê Kurdan ve pêş bikevin de, pêşve bibin xwediyê înîsiyatîfê.  Dîsa ji aliyê din ve jî tevlî plansaziyên êrîşê yên HTŞ’ê yên li Sûriyê jî bibin û ji vê derê jî pêşiya fersendên wê di ser Kurdan û Rojava re derkevin holê bigirin. Hem jî di vê derdora şerê germ de, tasfiyekirina Şoreşa Rojava ya di ser çeteyên SMO re hatiye hedefgirtin.

Stratejiyeke bi nakok a dewleta Tirk

Dewleta Tirk ji bo rêveçûneke wiha asteng bike, rêyek din jî; bi xwediyên konjonkturê re şer bike, hegemonyaya dinyayê bigire beramber xwe. Ji aliyê din ve jî Kurdan qezenc bike û bikişîne ba xwe. Di piştperdeya van hewldanên ku gelê Tirkiyê, bi taybetî jî netewperest di nav şoqê de mane de, divê bê dîtin ku rîska hîn mezin windakirinê heye. Ji bo Tirkiye jî rewşeke weke dema vê hewldanê neke wê mezin winda bike, dema bike wê mezin bibe derketiye holê. Dewleta Tirk, ji aliyek ve di ser pirsgirêka Kurd re, -bi gotina xwe- eniya hundir xurtkirin, ji aliyê din ve jî hem li Bakur bi siyaseta qeyûman û girtinan, hem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hem jî li Başûr destkeftiyên Kurd ên heyî tasfiye bike, di bingeha vê de stratejiyeke pir alî û bi nakok dide meşandin. Stratejiya şerekî ku şerê taybet jî di nav de zêde ye di meriyetê de ye.

Rêber Apo ev pêvajo bi insiyatîfa xwe bipêş dixe

Yek jî çarçoveyekî wiha yê hevdîtinên bi Rêber Apo re dikin heye. Jixwe  ji bo Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd û gelê Kurd bi xwe jî ne dewleta Tirk, lê belê Rêber Apo çawa nêz dibe girîng û esas e. Rêber Apo jî pêşketinên li Herêm û Kurdistanê ji nêz ve dişopîne, di derdora heyî de, ji bo Kurdan fersendên herî biçûk ên dikare pêş bikeve, bi polîtîkî nirxandinê û guhertinên stratejîk ve esas digire. Plansaziyên Rêber Apo jî hene ku bi taybetî di parêznameyên xwe de pir bi aşkerayî di dema xwe de daniye holê. Di vê wateyê de şerê heyî, yek jî di navbera xeta Rêber Apo, xeta hêzên navnetewî û hêzên herêmî de pêş dikeve. Di nava vî şerî de di zemîna Kurdistanê de, dibetiya ku stratejiya Netewa Demokratîk bê avakirin  gelek xurt e. Rêber Apo ji fersendên ku pêvajoya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn pêşkêş dike feyde digire û hedef dike ku şoreşa Netewa Demokratîk pêk bîne. Di vî warî de sekna Rêber Apo, hostatiya wî ya polîtîk, pêvajoya tecrîdê şikandiye û pêşiya hevdîtinan vekiriye. Pêvajoya ku wê di înîsiyatîfa Rêber Apo de bipêş bikeve, di heman demê de weke pêvajoya şerekî pir hişk jî dibe ku dom bike, Berê jî hatiye jiyîn û dîtin ku dewleta Tirk, hem di nav û hem jî piştî pêvajoyên jê re digot aştî, çareserî, diyalog û agirbestê de çawa êrîşên dijwar pêk dianî. Ji lewma ev pêvajoya hevdîtinan ne pêvajoyeke ku weke aşîtî an çareserî bi nav bikin e, ji xwe dikare bê gotin ku hê jî pêvajoyeke yek alî bi îrade û hêza Rêber Apo ve tê rêvebirin, Rêber Apo ev pêvajo bi insiyatîfa xwe bipêş dixe. Ji bo tevgera azadiyê jî li ser esasê daxwaza Rêber Apo weke pêvajoya guhertin, veguhertin û xwe ji nûve avakirinê ye. Pêvajoya ku ji bo piratîkkirina Paradîgmaya Rêber Apo bi têkoşîneke girseyî ya xurttir ve were meşandin tê nîqaşkirin.

Dewleta Tirk nekarî gel û jinên Kurd bitirsîne û teslîm bigire

Dewleta Tirk, di warê giştî de ji bo Kurd xwe birêve nebin, nikaribin birêve bibin, tasfiye bibin, tiştekî ku nekiribe nema, tam bi maneya peyvê, di asta qirker de êrîş kirin. Lê vaye sal qediya, ne dikarî gel û jinên Kurd bitirsîne û teslîm bigire, ne dikarî pêşî lê bigre ku Kurd xwe birêve nebe, ne jî dikarîbû kilîda ku behs dikir bigire. Berovajî, di encama pêvajoya berxwedanê ya bi tevahî dimeşe û di encama pêşketinên li herêmê tên jiyankirin de, bi panîk dît ku ew bi xwe kilît bûye û xwest ku pêşî lê bigire.

Bêguman, pêşengên esas ên têkoşîna ku vî dijminatiya dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd û têkoşîna wê ya azadiyê kilît kir, berxwedana bêhempa ya Rêber APO, HPG û YJA-Star’ê ye. Têkoşîna şehîdên ku di hemû eniyên têkoşînê û di nav de jî eniya Ragihandina azad, sekna têkoşerên bi biryar û fedaî û mîrasa ku hiştine ye. Ev têkoşîn careke din bûye îspata têkneçûna xeta Rêber Apo, xeta Tevgera azadiya gelê kurd û tevgera azadiya jinê.

Pêwîst e ku her Kurdek bi titîzî, hişyarî û lêhûrbûneke pir alî vê pêvajoyê binirxîne

Li Kurdistanê, herêmê û cîhanê wê tansiyon bilind be, wê sedsala 21. şeklekî çawa bigire, bi rêjeyeke girîng wê êdî diyar bibe. Ji ber vê sedemê, paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo, ji bo bi awayekî hîn berfireh bê fêmkirin, ya girîngtir jî ji bo li Kurdistan û Rojhilata Navîn, weke sîstemeke civakî, siyasî şênber bibe xwedî girîngiyeke pir mezin e. Bi aliyên xwe yên însanî û wîcdanî, ji aliyê îdeolojîk, polîtîk û azadiya gel û jinan ve jî pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo, ev pêngav di vê wateyê de xwedî girîngiyek jiyanî ye.

Pêvajoya heyî bi qasî ku pêvajoyeke girîng e, pêvajoyeke hesas e jî. Pêwîst e ku her Kurdek li gorî vê yekê bi titîzî, hişyarî û lêhûrbûneke pir alî vê pêvajoyê binirxîne. Her wiha di ya esas de jî xwe kilît bike ku ya esas rêveçûna pêvajoya bi însiyatîfa Rêber Apo ye.

Famkirina banga Rêber Apo girîng e

Rêber Apo çima pêvajoyeke wiha destpêkir, bangawaziya Rêber Apo li ser çi esasî ye, ev rast û baş pêwîst e ku bêne famkirin. Gelê kurd bi têkoşîneke çawa gihîşt roja me ya îro, tevgera azadiyê ji bo pirsgirêka Kurd bike rojevê û balê bikşîne ser wê, di nava pêvajoyên dîrokî de gav bi gav ji destpêkê de bi plan û rêxistinkirî tevgeriya. Ciwanên Kurd li derdora Rêber Apo destpêkê bi komeke xwendevana xwe bi rêxistin kirin, nakokiyên ku Rêber Apo ji zaroktiya xwe ve li hember sîstema dewlet jiya, hem li hemberî rastiya civaka zayendparêz û koletiya ku di şexsê jinê de tê jiyankirin, ew bir ber bi lêgerînên xurt ve û bi wan lêgerînan ve têkoşîneke rêxistinkirî da destpêkirin. Rêber Apo bi fikra sozyalîmê ku bandor bû, bi xwe kêmaniyên piratîkkirina vê fikrê di mînakên partiyên ku derketine de dît û formuleke serbixwe û cûda ji mînakên ku hatine jiyankirin bipêşxist. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û xistina rojevê jî, li gorî rastiyên ku di wê demê de hebûn pêwîstiya bi artêşbûnekê xwe ferz dikir. Rêxistinbûyîna gerîlla û pêngava çekdarî amûreke ku xwe ferz dikir, di Kurdistaneke ku navê Kurd û Kurdistanê lê hatiye qedexekirin de, dagirkeriyeke berfereh li ser hatiye pêşxistin, tirs, tepisandin, qedexekirina ziman û hebûna Kurdî ku lê hebûye ancax bi dengvedaneke çekdarî pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ji raya giştî re bihata şênberkirin.

Yanê xulase, ji bo nirxandina gavên Rêber Apo, vehûnandina pêşveçûnên rojane bi demên derbasbûyî re, di vê pêjoyê de girîng e. Tevgereke ku bûye perçeyek ji gelê Kurd, êdî rastiya partiyeke teng ji zû ve derbas kiriye, ew êdî bûye tevgera gel. Gelê Kurd li derdora felsefeya Rêber Apo êdî xwe bi rêxistin dike, jiyana xwe lêpirsîn dike, rastiya xwe ya civakî li gorî wê ava dike. Guhertinên ku di civaka gelê Kurd de ji dema destpêkirina têkoşîna tevgera azadiyê heya îro jî em binhêrin guhertinên pir mezin in. Civaka Kurd xwe ji qalibên koletî, feodaltî rizgar kir û niha bi qalibên kapîtalîzimê re di nava têkoşînek de ye. Herî zêde jî di mijara têgihîştina azadiya jinê de ev guhertin û pêşketin pêk hatine. Gelê Kurd, jina Kurd asta guhertin û veguhertinên xwe bi gelên din re jî kiriye hevpar û mînakên wê yên herî şînber jî Şoreşa Rojavaye.

Ferasetên nijad perestî ji aliyê rêjîmên siyasî ve hatine pêşxistin

Gelê Kurd bi gelên herêmê re di demên derbasbûyî de jî di nava têkiliyeke hevgirtî ya li ser esasê hevaltî, dostanî û cîrantî de pêşketiye. Îro jî dema em li têkiliyên civakî yên cîrantî temaşe dikin, di van têkiliyan de hezkirin û rêzdarî heye. Tu car di van têkiliyan de feraseta ez Kurd im, tu Ereb î, ew Tirk e, Faris e derneketiye. Pîvanên esasî têkiliyên mirovî bûne. Lê em dizanin ku ferasetên nijad perestî ji aliyê rêjîmên siyasî ve hatine pêşxistin û bi wan ferastan ve li hemberî hemû pêkhateyên civaka di nava siyaseteke êrîşkirin û tepisandinê de ne. Lewma girîng e ku siyaseta demokratîk li ser esasên rastiyên şênber yên civakî bê kirin.

Li hemberî faşîzmê têkoşîneke bi rêbazên demokratîk a pir alî ji aliyê gelê Kurd ve wê esas were girtin. Pêvajoya nû pêvajoya têkoşîneke girseyî ya berfireh e. Tevgera azadiyê jî daxuyaniyên xwe li ser vî esasî dide rûniştandin. Lewma ev pêvajo bi ziravî di aliyê wateyê de pêwîst e bê nîqaşkirin û ronîkirin.

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li hemberî Rêber Apo hate kirin, sîstema tecrîd, qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê di salvegera 26'an de bi xurtî hat şermezarkirin. Di serî de PKK, rêxistinên Kurd ên demokratîk û azadîparêz hemûyan daxuyanî dan, hêzên komploger şermezar kirin û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re careke din ragihandin. Her wiha diyar kirin ku ew li pişt pêvajoya nû ya veguherîna demokratîk in ku Rêber Apo hewl dide bimeşîne. Ev çalakî hemleya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê dewam bikin.

Jixwe pêvajoyeke wiha ye ku kêlî bi kêlî geşedan çêdibe û hin geşedan jî hîn tên payîn ku bibin. Wek tê zanîn jî heyva Adarê her dem bi geşedanên zindî û germ derbas dibe. Ji niha ve jî diyar e ku ewê Adara îsal bi taybetî 8'ê Adarê û Newroz ji yên heya niha pir cûdatir derbas bibe.