Çanda Satî bi awayên cûda li dijî jinan didome
Gelo çima mirina hevjîn ji bo mêr dibe derfetek ji bo destpêkek nû; ji bo jinan jî dibe esaret û şîna bêdawî? Civaka bi hişmendiya desthilatdariya mêr, merasîma ‘Satî’ di roja me de jî bi awayên cuda li dijî jinan didomîne.

NESÎM AHMEDÎ
Kirmanşah – Yek jê piştî mirina hevjîn, ji ber ku nikare karên rojane bike neçar dimîne di demek kurt de bizewice; yek jî yan divê heta dawiya temenê xwe nezewice yan jî hemû jiyanê ji bo xwedîkirina zarokên xwe derbas bike. Ev hevok nîşan didin ku jiyana jin û mêrên ku hevjînê wan dimrin çiqas ji hev cûda ne. Tevî ku rewş heman e, nirxên civakî û baweriyên serdest wan ber bi aliyên cûda ve dibin.
Di feraseta kevneşopî de mêr di ser jinan de ne, loma rihetiya mêran û bicihanîna pêdiviyên wan pir girîng tê dîtin. Baweriya giştî, vê peywirê daye ser milên hevjînên jin. Pêwîst e jin pêdiviyên rojane yên mêr bi cih bîne. Vê zîhniyeta bi desthilatdariya mêr, mêran dike weke pût, jinan jî dike kesên ku xizmetê dikin. Ji ber vê yekê, mêr, karên şûştina cilan, çêkirina xwarinê, paqijiya malê nakin, van karan divê jin bikin. Mêr dema ku hevjîna wî dimre, di demek kurt de dikare bizewice û civak jî di vî mijarê de destek dide mêr lewre baweriya giştî wiha ye; ji bo ku mêr jiyanê bidomîne, ji bo çêkirina xwarinê û karên malê divê jinek hebe loma mêrên ku hevjînên wan dimrin dema di demek kurt de dizewicin normal tê dîtin.
Li ser jinan ‘wefa’ tê ferzkirin
Heman maf ji bo jinan tune ye. Dema ku hevjînê jinek dimire, nikare careke din bizewice. Civak tenê jê dixwaze ‘fedakariyê’ bike. Ev fedakarî jî, tu carî zewacê nefikire û temenê xwe bi mezinkirina zarokên xwe derbas bike.
Pispora xizmetên civakî Mehna Q. ya li Kirmanşahê dijî wiha dibêje: “Di civaka baviksalar de peywira jinan tenê xizmeta mêran e. Mêr vê baweriyê didomînin. Peywira jinan tenê ew e ku pêdiviyên hevjînên xwe bi cih bînin û ji wan re xizmet bikin. Dema ku mêr dimre divê jin heta dawî dilsoz bimîne. Mafê wê tuneye careke din bizewice lewre peywira wê tenê xizmeta ji hevjîn re ye. Her çiqas hevjîn mirî be jî divê weke leşkerek bi hevjînê xwe re dilsoz be, bi cilên reş, jiyana bi keder derbas bike. Dema wiha bike civak wê teqdîr dike.”
‘Bingeha xwe ji mêrperestiya civakê digre’
Mehna Q. balkişand ser rewşa mêran a piştî mirina hevjînê jî û wiha got: “Dijberî jinan mêr piştî mirina hevjîn divê demildest bizewice lewre jin ji bo mêr xizmetkar e. Mêr bê hevjîn nikare karê xwe yê şexsî jî bike. Ji ber vê di demek kurt de dizewice. Gelek mêr hefteyek piştî mirina hevjîna xwe dizewicin û tu astengî li pêşiya wan tuneye. Ev rewş bi giştî ne ji cesareta mêran; ji çewisandina jinan çêdibe. Ev rewş bingeha xwe ji mêrperestiya civakê digre. Rihetiya mêr, ji mirina jinan jî girîngtir e. Mirina jinan pir girîng nîne, loma piştî wê kesek din tê dîtin.”
Awayê nûjen yê merasîma Satî
Îro çarenûsa ku piştî mirina mêr li ser jinan tê ferzkirin, versiyoneke nûjen a merasîma ‘Satî’ ya li Hindistana berê ye. Di vê merasîmê de jin, diviyabû xwe bavêje nava agirê ku ji bo şewitandina bedena hevjînê wê tê vêxsitin. Bi wê yekê nîşan dida ka çiqas bi hevjînê xwe re dilsoz e. Carna dema ku jinan xwe navêtana nava agir, kesên li derdorê bi zorê wê davêtin nava agir, bi awayê zindî dişewitandin. Gotina "Satî” tê wateya “Jina dilsoz.” Îro jî ji jinên ku piştî mirina hevjînen xwe nazewicin re, dibejin “dilsoz e”. Çarenûsa jinên hevjînên wan mirine, weke awayek nûjen ê merasîma “Satî”ye.
Di awayê nûjen ê Satî de jin piştî mirina hevjînê xwe nikare bizewice, sal derbas bibin jî ji derveyî şînê tevlî tu merasîmê nabe. Em dikarin bêjin ku jin piştî mirina hevjîn vediguhere bedena bê ruh; ji jiyanê bi temamî dûr dikeve.
Jiyana di nava şîneke bêdawî de
Jina 40 salî ya ku navê Tehmîne Armî li xwe kiriye, bi salan piştî mirina hevjînê xwe wiha dibêje: “Di şîna hevjînê min de jinên ku xizmên min bûn, porê min kişandin, rûyê min pencirandin ji bo ku şopa wan bimîne, zêdetir zêmaran bêjim. Dema ku hevjînê min hat definkirin, axa gora wî li serê min kirin. Hefteyek neçar mam fistanê ku ax pê ve ye lixwekim. Ev hemû kevneşopiyên malbata me bûn. 10 sal in hevjînê min miriye, ji derveyî rengê reş min tu cilê rengîn li xwe nekiriye. Ez nikarim derbikevim sûkê jî lewre divê şîngirtî bim. Li aliyê din hevjîna tiyê min du sal berê mir, he çil rojên wê temam nebûbû ji nû ve zewicî.”
Ger hevjînê te tunebe tu heta dawiyê ‘xizan î’
Îfadeya “sefaleta bêdawî” di civakên desthilatdariya mêr de ji bo penasekirina rewşa jinên ku hevjînên wan mirine tê gotin. Xizmên Tehmîne, li cihê ku êşa wê kêm bikin, li gorî kevneşopiyên berê, hewl dan wê bidin girîn. Wê dan zorê ku zirarê bide xwe. Xwestin nîşanê wê bidin ku tu xizanî bi qasî tunebûna hevjîn nîne. Bi kişandina por û pencirandina rûyê wê, hewl dan îsbat bikin ku mirina mêr çendî êşek mezin e. Ev kiryar pir dişibin merasîma Satî. Di wê merasîmê de jin bi saxî dihatin şewitandin. Tehmîne jî pêşî bi awayê fizîkî, dûre jî bi zextên civakî hat şewitandin.
Nêrîna civaka bi feraseta desthilatdariya mêr ev e: Ji bo jinan mirina hevjîn felaketa herî mezin e. Ger jin heta mirinê şînê negire, ji aliyê civakê ve tê darizandin.
Jina ku hevjînê wê mirî be di civaka desthilatdariya mêr de nayê dîtin
Parêzvana mafên jinan Sehîle S. wiha dibêje: “Di civakên bi desthilatdariya mêr de jina ku hevjînê wê mirî be, weke hebûneke naletbûyî tê dîtin. Jina ku hevjînê wê hebe, weke kesek ‘di siyê de dimîne’ ango tê parastin tê dîtin. Jiyana jinek ku hevjînê wê mirî be diqede lewre civak, hebûna jinan bi hebûna mêran dipejirîne. Jin dema ku hevjînê wê dimire êdî xwedî mafê ku nasnameya xwe bijî tuneye. Ji aliyê derdorê ve ber bi tunebûnê ve tê dehfdan. Lewre tekane tiştê ku hebûna wê îsbat dike-hevjînê- wê tune ye.”
Di civakên baviksalar de jin bi serê xwe xwedî nasnameyek nîn e lê dikare weke hevjîna mêrek an jî jinek ku hevjînê wê miriye jiyana xwe bidomîne.
Desthilatdariya mêr: Zincîra ku piştî mirinê jî didome
Desthilatdariya mêr, wisa teşe daye pîvanên civakî ku mêr heta dawiyê dikarin li ser jinan serdestiyê bikin. Ev serdestî, piştî mirinê jî didome. Serdestiya mêr, zincîreke bi hêz e teşe dide jiyana jinan, piştî mirinê jî naşikê. Ev pîvanên di lehiya mêran de jinan piştî mirina hevjîn, ber bi tunebûnê ve dibin lê mêran ji nû ve dikin xwedî jiyan û hebûn.