Çalakvanên Yemenê kampanya "Pasaporta min bê wesayet e" li dar xistin

Daliya Mihemed ku yek ji endamên kampanyayê ye, fikra kampanyaya "Pasaporta min bê wesayet e" ji ber êş û azarên berdewam ên jinên Yemenî di dema derxistina pasaportan de û astengkirina bidestxistina belgeya rêwîtiya bêyî cerdevaniyê derket holê û wiha got: "Dema ku min pasaporta xwe nû kir ez rastî heman rewşê hatim û ji ber pêwîstiya bi hebûna welî, min nikaribû vê yekê bikim.”

RANIYA EBDULLAH
Taiz- Hejmarek ji çalakvanên Yemenî li bajarê Taizê, ji bo daxwaza rakirina cihêkariyê li dijî jinan û serweriya qanûnê ya ku temînatê dide jinan ji bo derxistina belgeya rêwîtiyê bêyî astengiyên têkildarî welî, kampanyayek bi navê "Pasaporta min bê wesayet e" dest pê kirin.
Di çarçoveya çalakiyên kampanyaya "Pasaporta min bê wesayet e" de, jinên têkoşer ên Yemenî li bajarê Taizê ku di bin kontrola hikûmeta rewa ya başûrê Yemenê de ye, roja 1'ê Sibatê xwepêşandanek li ber deriyê Rêveberiya Koçberî û Pasaportan li dar xistin her wiha  semînerek jî ji bo kesên biryarder û saziyên sivîl di 3’yê Sibatê de organîz kirin.
Di çalakiya nobetê ya femînîst de ji Wezîrê Karên Hundir û Serokatiya Daîreya Pasaportan hat xwestin ku li ser qanûna hejmara 7’an a sala 1990'î ya der barê pasaportan û rêziknameya wê ya cîbicîkar ku dibêje "Ji hemû kesên temenê wan ji şanzdeh derbas kirine re pasaport û belgeyên rêwîtiyê yên asayî bên dayîn kar bikin ji bo ku bêyî wesayeta ji kesî belgeya rêwîtiyê bistînin. Jinan nerazîbûna xwe ya li hemberî cudakariya li ser jinan li Saziya Pasaportan anîn ziman.
Li gorî Daliya Mihemed ku yek ji endamên kampanyayê ye, fikra kampanyaya "Pasaporta min bê wesayet e" ji ber êş û azarên berdewam ên jinên Yemenî di dema derxistina pasaportan de û astengkirina bidestxistina belgeya rêwîtiya bêyî cerdevaniyê derket holê û wiha got: "Dema ku min pasaporta xwe nû kir ez rastî heman rewşê hatim û ji ber pêwîstiya bi weliyê min nikaribû vê yekê bikim.” 
 Kêşeyên  mezin
Daliya Mihemed anî ziman ku di dema meşandina xebatên kampanyayê de ew rastî gelek zehmetiyan hatine û wiha got: "Ew ji aliyê adetên mêran ên şaş ve hatiye şîrovekirin û bi serhildana li dijî civakê û bi terikandina olê ve hatiye girêdan. Êrîşa li ser kampanyayê  vedigere nezanîna civakê ya zagonan û jihevcudanekirina maf û pirsgirêkên civakê.” 
Çalakvanê mafên mirovan Yasir El-Malikî diyar kir ku kampanya armanc dike jin mafên xwe yên zagonî bi dest bixin, ji ber ku kampanya ber bi pêş ve diçe ku dengvedanek wê ya berfireh hebe û bigihîje yekem biryarder ku hêza wî heye vê adetê biguherîne. Armanca kampanyayê ew e ku zextê li biryarderan bike ku qanûnê bi cih bînin.
Kesên biryarê girtin
Di daxuyaniya nobetê de bang li hemû sazî û dezgehên herêmî û navneteweyî û medyayê hat kirin ku ronahiyê bidin îstîsmara ku li ser jinên Yemenî tê kirin û hewl bidin daxuyaniyek bidin da ku jin mafên xwe yên derxistina pasaportan bi dest bixin bêyî cudahî yan biçûkxistina jinan. Her wiha di semînerê de çendîn pêşniyar jî derketin ku ya herî girîng ew e bi rayedarên pêwendîdar re ji bo bandora wan li ser biryarderan re hevdîtin pêk were û peyamek ku daxwaz û armancên kampanyayê tê de bin, were danîn.
Bertekên Yemeniyan li hemberî kampanyayê di navbera qebûlkirin û redkirinê de berdewam kirin, jinên Yemenî ji ber şer hê jî ji zehmetiya bidestxistina pasaportan a ji ber ferzkirina welayetiyê li ser wan êşê dikşînin. Ev tişta ku civaka Yemenê wek adeteke pêwîst di ser qanûnê re dibîne û mafê tu kesî tune ye ku li hemberî wê îtîrazê bike ku jinan ji mafên wan ên herî rewa bêpar bike.