Çalakvana Tûnisî Heyat Hilêmî ji bo jinên Filistinê bang kir

Çalakvana mafê mirovan Heyat Hilêmî ji bo jinên Filistinê bang li civak û rêxistinên navneteweyî kir ku şerê li Filistînê bidin sekinandin û parastina jinên rastî tundiyê tên bikin.

IXLAS HEMRONÎ

Tûnis-Êrîşên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin. Di encama êrîşên bê navber de bi sedhezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne. Di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane piranî jin û zarok hene. Li aliyek windabûnan Filistinî bi birçûbûnek dijwar re rû bi rû ne. Li gor daxuyaniyên rayedarên Filistînê  ji dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha 35 zarokan ji birçîna jiyana xwe ji dest dane, û bi giştî 3 hezar û 500 zarok ji birçîna, xwarina xirab û ji ber êrişên Îsraîlê û sînordarkirinê rû bi rûyû metirsiya mirinê ne.

Çalakvana mafê mirovan û endama beşa Cehewî ya Kombenda Tûnisî ya parastina mafên mirovan Heyat Hilêmî der barê êrîşên Îsraîlê ên li ser Zivala Xezayê ji ajansa me re axivî. Heyat Hilêmî diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe ve piştgiriya doza Filistinê dike û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li gorî şopandina min ji nûçeyên doza Filistînê re min dît çiqas cudakarî di pêkanîna mafên mirovan de heye, bi taybet herî zêde ji mêran zêdetir êş û azaran dikşînin. Hemû şaristaniyan îsbat kirin ku jin ên herî zêde ne zirarê ji cudakariya di navbera herdû zayendan de dibînin."

‘Jin bi zilmê re rû bi rû ne’

Heyat Hilêmî di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ne tenê li Filistînê her cîhê ku şer lê heye zilm û zordarî li jinê tê kirin û wiha gotinê xwe domand: “Li wê derê civaka sivîl ya cîhanî bi dozên jinan re bi fikrên paşverû nêz dibin ji ber jin rastî paşguhkirinê û tundiyê tên. Hejmar û rêjeyên taybet ya qetilkirin û hwd diyar dikin ku bê ka jin bi çi pirsgirêkan re derbas dibin û çi êşan dikşînin. Dîrokê îsbat kiriye ku jin di gelek şaristaniyan de rûbirûyî zilmê hatine. Lê belê jinên Filistînî îro roj bi hemû cureyên xirab mîna tundî, birçîbûn, tîbûn, germahî, serma, bêmalbûn û hwd tên. A herî bi êş jî li ber çavê hemû cîhanê tê qetilkirin û zarokên xwe winda dikin."

‘Divê cîhan bikeve tevgerê’

Heyat Hilêmî beêdengiya civak û rêxistinên navneteweyî nirxand û wiha got: "Ji bo parastina doza Filistînê were kirin û parastina jinên Filistînî were kirin ji cîhanê tevahî tê xwestin ku bikevin tevgerê. Her wiha şerê heyî û tundiyê rawestînin. Bi taybet binpêkirinên li dijî jin û zarokan jî bisekinînin. Divê cîhan bi tevahî cidî nêzî doza Filistînê bibin ji ber gelekî tê paşguhkirin û weke tiştekî normal tê dîtin. Berovajî paşguhkirina cîhanî rêxistin û komeleyên femînîst helwestên şanaz ji bo doza Filistînê raber dikin û piştgiriya jinan dikin. Ji bo parastina jinên Filistînê bikin dengê mafnasên Tûnisê her dem bilind bû, ji ber pê bawer in ku ji mafên wan e jinên Filistînê biparêzin. Lê belê dengên Tûnisî tenê têrê nakin ku komkujiyên li dijî jinên Filistînê rawestin."

Banga hişyariyê

Heyat Hilêmî wiha pêde çû: "Gelek rêxistinên Tûnisî û hin rêxistinên ereb ji bo parastina jinên Filistînê helwestên gelek baş raber kirin, lê belê sînordar bûn û heta niha lawaz in. Gelek şerm e ku helwestên hin rêxistinên cîhanî ku qaşo parastina mafên miroan dikin bi vî rengî be. Me niha dît ku ev rêxistin tenê dirûşmeyan diavêjin û parastinê nakin. Rêxistinên navneteweyî yên di doza Filistînê de neaxivîne mafê wan nîne ku behsa binpêkirinên din ên li aliyên cuda çêdibin bikin, ji ber ew ne di wê astê de ne."

Heyat Hilêmî di dawiya axaftina xwe de behsa rola sereke ya rêxistinên femînîst kir  û destnîşan kir ku gelek girînge dengê jinên Filistînî cîhanê belav bikin û wan biparêzin.