Çalakvana ku li nexweşxaneyê rastî tundiyê hat dest bi grevê kir

Melîka Gharagozlou ya ku di dema serhildanên Îranê de hat girtin û li Nexweşxaneya Amîn Abad Ruh û Nexweşiyên Rîşe (sinir) dihat dermankirin rastî êrîşa hejmarek zêde mêran hat, dest bi greva birçîbûnê kir.

Navenda Nûçeyan – Yek ji kesên ku di serhildana piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kir de hatin girtin, çalakvan, xwendekar-rojnamevan û çalakvana hicaba zorî Melîka Gharagozlou ye. Hat hînbûn ku Melîka Gharagozlou ya ji ber pirsgirêkên derûnî yên dijî, li nexweşxaneyê dihat dermankirin, ji ber ku rastî êrîşa hejmarek zêde mêran hat, dest bi greva birçîbûnê kir. 

18 roj in li nexweşxaneyê tê dermankirin

Parêzerê Melîka Gharagozlo Mohemed Elî Kamfirûzî di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir de, wiha got: “Melîka di hevdîtina telefonê ku duh bi şev bi dayîka xwe re pêkanî de, ragihand ku li Nexweşxaneya Amîn Abad Ruh û Nexweşiyên Rîşe ji aliyê hejmarek zêde mêran ve rastî êrişê hatiye û ji bo şermezarkirina vê kiryarê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Piştî hevdîtina telefonê bi wê re têkilî nehat danîn. Melîka zêdetirî 65 rojan in girtî ye û zêdetirî 18 rojan e di beşa derûnî de tê girtin, tevî vê jî neyê berdan.”

'Ger tiştek were serê wê berpirsiyar daraz û emniyet e’

Muhammed Elî Kamfirûzî bal kişand ser rapora herî kêm 7 derûnînas û psîkiyatrî ya der barê Melîka Gharagozlo de, wiha got: “Îfadeyên ku Melîka nikare li ber ceza li ber xwe bide dan. Ji ber vê em dixwazin bidin diyarkirin ku berdewamiya girtina muwekîla min li Nexweşxaneya Amîn Abad Ruh û Nexweşiyên Rîşe mînakek eşkere ya îşkence û binpêkirina mafên bingehîn ên welatiyan e. Ger tiştek were serê Melîka, berpirsyar daraz û emniyet e.”