Çalakvan Yelda Ehmed: Wê jinên Efganî tu carî dest ji têkoşînê bernedin
Di salvegera hatina Talîbanê ya ser desthilatdariyê de, çalakvan Yelda Ehmed bal kişand ser wê yekê ku jinên Efgan di van pênc salên borî de tevî îşkence, zindan û kuştinê jî bi berxwedana xwe ya bêhempa dê stûnên vê rejîma zordar hilweşînin.
BAHARAN LEHÎB
Efganistan – Sibeha 15’ê Tebaxa 2021’ê, Efganistan ket nava yek ji rojên herî aloz ên dîroka xwe ya nûjen. Tevî ku şerê di navbera Talîban û hêzên hikûmetê de li hinek qadan berdewam dikir jî bajarên mezin bûn armanca êrîşên xwekuj û qeyranên ewlehiyê. Serokkomarê wê demê Eşref Ganî bi malbata xwe re ji welat reviya û Talîbanê dest danî ser Kabîlê.
Ji wê rojê ve heta 1’ê Îlonê, Balafirgeha Kabîlê bû qada tirs, qerebalixî û hewldanên koçberiya bi komî ya bi hezaran kesên ku dixwestin ji zilmê birevin. Zarok ji dayik û malbatên xwe hatin qutkirin, gelek kesan di nava qerebalixiyê de jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes di êrîşeke xwekujî ya li nêzî balafirgehê de hatin qetilkirin û birîndarkirin. Di heman demê de, şeş ciwan di dema ketina Talîban de, dema ku hewl didan xwe bi balafireke leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) ve gire bidin, jiyana xwe ji dest dan. Di encama êrîşa dronî ya DYA’yê ya li ser maleke nêzî balafirgehê de jî 12 kesên ku zarok û jin jî di nav wan de bûn, hatin qetilkirin.
Di vê pêvajoyê de, gelek malbatan milk û malê xwe firotin da ku bikaribin jiyana xwe rizgar bikin lê kesên ku ewlehiya wan di xeterê de bû, neçar man riya koçberiyê bigrin. Di nava vê atmosfera tirs û nezelaliyê de, jinên Efgan li dijî vê tarîtiyê rabûn ser piyan; ji bo dengê xwe bilind bikin û xwedî li mafên xwe derkevin, dest bi organîzekirina çalakî û xwepêşandanan kirin. Lê belê ev daxwaza azadiyê rastî tundî û zordariya hovane ya Talîbanê hat.
‘Jinên Efgan dibin hedefên Talîbanê’
Der barê van pênc salên tarî û berxwedana jinan de, em bi psîkolog û çalakvana mafên mirovan Yelda Ehmed re axivîn. Yelda Ehmed balê dikşîne ser rewşa jinan û wiha dibêje: "Mixabin, pênc sal in gelê Efganistanê, bi taybetî jin, di bin pêlavên xwînî yên Talîbanê de hatine perçiqandin. Jinên Efgan di van pênc salan de rojên herî tarî yên jiyana xwe jiyan. Em baş dizanin ku li gel xizanî û qeyranên giran ên aborî, deriyê dibistan û zanîngehan li pêşiya jinan hatine girtin. Piraniya jinan bi xwe debara malbatên xwe dikirin lê îro mafê wan tune ye biçin ofîsan, kar bikin an jî karsaziyên xwe bimeşînin."
Fermanên şerîetê û tecrîdkirina jiyana jinan
Yelda Ehmed diyar dike ku desthilatdariya Talîbanê bi riya fermanên olî û hiqûqî yên tund, jiyana civakî ya jinan bi tevahî sînordar dike û wiha dibêje: "Di vê serdemê de, Talîbanê bi ferzkirina fermanên cûrbecûr ên bi karakterê şerîetê, jiyana jinan tune kir. Jin bêyî destûr û bêyî ku zilamekî ji nêzîkên wan ê bi navê 'mahrem' pê re be, nikarin ji malên xwe derkevin. Di bin van fermanên paşverû de, pirzewacî û zewaca zarokan bûn pratîkên asayî. Mixabin, jin û zarok her roj rastî şîdeta malbatî tên û kesên ku van sûcan dikin jî nayên cezakirin."
Berxwedana bêhempa ya jinên Efgan
Tevî hemû zext, gef û êrîşan jî Yelda Ehmed tekez dike ku jinên Efgan tu carî serî natewînin û têkoşîna xwe didomînin wiha berdewam dike: "Lê belê ji aliyekî din ve, tevî vê hemû zilm û neheqiyê, jinên Efgan bêdeng neman. Bi her derfet û hêza ku di destên wan de bû, li ber xwe dan, ketin nava kolanan û çalakî li dar xistin. Mixabin, ev serhildana wan a adilane ji aliyê Talîbanê ve bi awayê herî hovane hat tepeserkirin. Ew di zindanên tarî de hatin girtin, rastî îşkenceyên nemirovane, tacîz, destdirêjiya cinsî û kuştinê hatin."
Yelda Ehmed di dawiya axaftina xwe de banga hêvî û baweriyê dike û wiha gotinên xwe bi dawî dike: "Ez bawer dikim ku ji bilî gel bi xwe, tu hêzeke derveyî nikare sîstemeke otorîter û zordar hilweşîne. Hêza gel û bi taybetî ya jinan dê rojekê stûn û bingehên desthilatdariya Talîbanê bişkîne. Jinên Efgan û gelê vî welatî dê rojekê azadî û bextewariyê bibînin. Bi hêviya ku ew roj zû bê!"