Çalakvan û kedkara perwerdehiyê Zehra Esfandiari hat berdan

Çalakvana kedkar Zehra Esfandiari ya li Şirazî di çalakiya mamosteyan de hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin, hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Çalakvan Zehra Esfendiari ku piştî çalakiyên kedkarên perwerdeyê ku li Îranê hema bêje li hemû herêm û parêzgehên welat belav bû û bi girtina bi sedan mamostayan encam bûbû, hat girtin, hat berdan. Çalakvana kedkara perwerdeyê Zahra Esfendiari beriya du mehan hatibû girtin. Der barê şert û mercên berdana çalakvana ku di meha Gulanê de hat girtin de jî tu agahî nehat dest xistin.

Di çalakiyên meha Gulanê yên kedkarên perwerdeyê de bi sedan mamoste hatibûn binçavkirin û zêdeyî 50 mamoste jî hatibûn girtin. Bertekên Îranê yên li hemberî çalakiyên ku li dijî zext û zordariya li ser xebatkarên perwerdeyê ku bi sed salan e berdewam dike hatin kirin, ne pêkanîna daxwazan bû, binçavkirin, girtin û îşkenceyê xwe nişan da.