Çalakvan û bikarhênera medyayê Yasmin Azîza hat binçavkirin
Li bajarê Abadan ê Îranê bikarhênera medyayê û çalakvan Yasmîn Azîza li midûriyeta ku ji bo jêpirsinê gazî wê kiribûn, hat binçavkirin.
Navenda Nûçeyan- Çalakvan û bikarhênera medyayê Yasmîn Azîz a Îranî, ji bo îfadeyê bangî Buroya Îstixbarata Xurmatûyê hat kirin û wê birin navenda binçavkirine ya Ehwazê.
Hat ragihandin ku ji ber nexweşiya kroner a dil a Yasmîn Azîz ku çend roj berê di sergirtina mala wê de dihat xwestin were binçavkirin, ew rakirine nexweşxaneyê û piştî lêgerîna ku li mala wê hatiye kirin polîsên rejîma Îranê ji mala wê derketine. Hat zanîn ku bi telefonê gazî wê kirine ku îfadeya wê were girtin, li vê derê hatiye binçavkirin û wê birine navenda binçavkirinê ya Ehwazê.
Hat destnîşankirin ku destûr nehat dayîn Yasmin Azîz bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û hesabê wê yê Instagramê ku bikarhênerek çalak bû jî hat girtin.