Çalakvan Raheleh Ahmadî ji bo destûra tibbî hat şandin

Çalakvana mafên jinan û civaka sîvîl Raheleh Ahmadî ya li girtîgeha Evîn ê dihate girtin, îro ji bo ‘destûra tibbî’ ya hat destnîşankirin ku wê 5 rojan bajo, hat şandin.

 
Navenda Nûçeyan- Hat ragihandin ku Rahaleh Ahmadî ya Îranî ku bi nasnameya xwe ya çalakvana di qada mafên jinan û civaka sîvîl de dihat nasîn, piştî giranbûna rewşa wê ya li Girtîgeha Evînê ji bo ‘destrûra tibbî’ hatiye şandin. Hat destnîşankirin ku destûra Raheleh Ahmadî ya îro ji girtîgehê derket, 5 roj in.  
Hat xuyakirin ku di serî de gêjbûna serî, tewizandina laş, emel, vereşandin, êşên adele Raheleh Ahmadî gelek semptoman nîşan dide. 
Raheleh Ahmadî ya di meha sibata sala berê de hatibû girtin û ji ber emrê xwe timî pirsgirêkên tendûristiyê dijî, yekem car ji destûra tibbî re tê şandin. 
Raheleh Ahmadî çalakvana mafên jinan e ku bi meşandina kampanyayên li dijî şara bi zorê tê nasîn û dayîka Saba Kordasfarî ya girtî ye.