Çalakiyên li Rojhilat û Îranê di roja 27’emîn de ne

Li Rojhilat û Îranê çalakiyên li kolanan didome. Li hin bajaran ji aliyê hêzên rejîmê ve li dijî çalakvanên ku dixwazin rejîm biguhere ve, êrîşên giran çêbûn.

Navenda Nûçeyan – Çalakiyên ku piştî kuştina jina Kurd Jîna Mehsa Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve li welat dest pê kir, didomin. Serhildana giştî ya welat a li dijî hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ket roja xwe ya 27’an. Hêzên rejîma Îranê bi êrîşa polîsan û gule reşandine hewl dide çalakiyan bitepisîne.

Dikandaran kepengên xwe venekirin

Îro danê sibehê li bajarên Sinê, Kirmaşan, Dehgolan, Serpol Zehab, Seqîz, Merîwan, Bokan Bazarian, Kasbeyê, dikandaran ji ber greva giştî kepengên xwe venekirin. Greva li Kanganê bi girtina riya Asalûiyeh-Kanganê dest pê kir. Bertekên rejîmê yên li hemberî greva giştî qutkirina înternetê û li hemû bajaran girtina tedbîrên “ewlekariyê” bû, Dewriyeyên Muhafizên Şoreşê û yekîneyên ewlekariya rejîmê li kolanan hatin bicihkirin.

Şeva borî jî li Îran û Rojhilat çalakiyan bi vî rengî berdewam kirin:

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî li bajarên Mehabad, Seqîz, Kirmaşan, Dehgolan, Merîwan, Bane û Bûkanê çalakiyên li dijî hikûmetê hatin li dar xistin. Çalakgeran li dijî mudaxaleyan li ser rêyan agir pêxistin. Li gor çavkaniyên xwecihî, li Kirmaşanê ji bo astengkirina çalakvanan hewl hat dayîn bi firokeyan mudaxelê bikin. Bi balafirên şer hewil hat dayîn çalakger dev ji çalakiyên berdin.

Li bajarên Îranê Sîstan-Belûcistan, Îsfehan, Varamîn, Fuladşehr, Yezdanşar, Tahran, Kazrûn, Meşhed, Kum, Tebrîz, Akbatan, Şîraz, Qezvîn, Arak, Hurmuzgan, Bandar Abbas, Ehwaz, Morodeş û gelek bajarên din çalakî berdewam dikin.

Birîndar nayên dermankirin

Ji aliyê din ve tê diyarkirin ku kesên di encama êrîşên li çalakiyan hatin kirin de birîndar bûne nikarin bigihîjin mafên xwe yên tenduristiyê. Birîndar bi zexta girtinê, neçar dimînin li malên xwe bên dermankirin. Her ku bûyerên li welat zêdetir germtir dibin, gihandina înternetê hîn jî qut e. Tê tomarkirin ku ji aliyê çalakvanan ve parvekirina wêneyan ya li ser medyayê dîjîtal jî kêm bûye.

Dîmenên Nika Shakaramî

Dîmenên dawî yên Nika Shakaramî ya 16 salî ku hefteya borî qetilkirina wê hatibû ragihandin, derketin holê. Di dîmenên Nika Shakaramî ku li Tahranê li ser bodanek çopê radiweste û hicaba xwe dişewitîne de tê dîtin ku li dijî Komara Îslamî ya qerebalix dirûşman diavêje. Hat tomarkirin ku Nika Shakaramî diyar kiriye ku piştî çalakiyê ji aliyê polîsan ve hatiye şopandin û careke din agahî jê nehatiye girtin. Dayik Nesrîn Shakaramî diyar kir ku îdiayên mirina keça wê bi çalakiyên wê rojê re negirêdayîne, ne rast in. Cenazeyê Nika Shakaramî piştî 10 rojan li morgê bi şikestina pozê wê û serê wê ji ber derbeyan şikestî hat dîtin û radestî malbata wê hat kirin.

19 jê zarok herî kêm 185 kes hatin qetilkirin

Li gorî bîlançoya herî dawî ya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) ya dawiya hefteya borî ragihand ku li Îranê 19 jê zarok herî kêm 185 kes hatine qetilkirin. Tê ragihandin ku nîvê van kesên ku mirine li li parêzgeha Sîstan Belûçîstanê ne. Muxalifên Îranî jî ragihandin ku ji 9’ê Cotmehê vir ve hejmara kuştiyan 192 kes e û da zanîn ku gelek ji kesên hatine qetilkirin di bin 18 saliyê de ne. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çalakî li 31 eyaletan li 177 bajaran belav bûne û derdora 400 kes hatine qetilkirin.