Çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ bênavber didome

Çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ ku ji aliyê TAJÊ ve hatiye destpêkirin, didome. Xwediyên malê ku serdana mala wan hat kirin gotin: “Me Serok û fikrên wî di sala 2014’an de nas kir, ji wê rojê heta niha Serok mêvanê mala me ye.”

Şengal-Çalakiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya bi navê ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ ku di çarçoveya kampanyaya ‘Azadî ji Rêber Apo re, xweserî ji Şengalê re’ daye destpêkirin, didome.

Di çarçoveya vê kampanyayê de endamên Meclisa Jinan a Borika Sinûnê çûn serdana malbatan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî malbatan kirin.

‘Serok ji sala 2014’an ve heta niha di dilê me de ye’

Di serdanê de endama meclisa jinan Welat Cano bal kişand ser fermana sala 2014’an û diyar kir ku ger ji Serok Apo û şervanên wî nebûya niha Êzidî tune bûbûn û wiha got: “Di fermana 2014’an de Serok Apo şagirdên xwe bi hawara me ve şand, jin, zarok, mêr, pîr û kalên me ji qirkirinê xilas kirin. Em bi çalakiya dayîna wêneyên Serok Apo xêrhatin û spasiya wî dikin. Heta Serokê me azad nebe em jî azad nabin û em ê heta dawiyê li pey fikir û ramanên wî bin. Ji bo azadiya wî ya fizîkî çi bikeve ser milên me em ê bikin.”

Êzidiyê bi navê Heyder Korkorkî ku serdana mala wî hat kirin, diyar kir ku ew wêneyê Serok Apo pîroz dibînin û wiha got: “Serok Apo ji sala 2014’an heta niha di dilê me de ye û dê her dem jî di dilê me de be.”

‘Em xêrhatina Serok dikin’

Endama Meclisa Jinan a Borikê Xoxê Seydo jî di serdana mala Hecî Murat de axivî û got: “Em wek meclisa jinan wêneyên Serok Apo diyarî malbatan dikin ku bi saya fikir û ramanên wî em di sala 2014’an de ji fermanê xilas bûn.”

Xwediyê malê Hecî Murat jî ev tişt anî ziman: “Em xêrhatina we dikin û ji bo wêneyê Serok Apo spas dikin. Hêvî dikim di demeke nêz de Serok Apo bi awayekî fizîkî azad bibe.”

‘Serok bi wêneyê xwe bûye mêvanê mala me’

Êzidiyê bi navê Cirdo Îlyas ku meclisa jinan serdana mala wî kir, destnîşan kir ku Serok Apo û şervanên wî Şengaleke azad diyarî wan kirine û wiha got: “Ez spasiya Serok û hevalan dikim. Serok bi wêneyê xwe bûye mêvanê mala min, ser serê min û ser çavên min hatiye.”

Her wiha Êzidiyê bi navê Mahîr Bapîr jî ev tişt anî ziman: “Me Serok û fikrên wî di sala 2014’an de nas kir,  ji wê rojê ve heta niha Serok mêvanê mala me ye û dê her dem mêvanê mala me be.”