Çalakiya protestoyî ya jinên Bexdayê encam girt
Jinên Bexdayê ji bo guhertin û sererastkirina xalên zagonê yên qetilkirina jinan bi dirûşma "Di qetilkirina jinan de namûs nîne" çalakiyek protestoyî lidarxistin.
XUFRAN EL-RADÎ
Bexda – Di çarçova çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de jinên Bexdayê bi çalakiyekê daxwaza guherîna zagonan kirin. Jinan protestoya xwe ya ji bo guherîna zagonê bi dirûşma "Di qetilkirina jinan de namûs nîne" li pêşiya Desteya Dadwerî ya Bilind û Dadgeha Federalî ya Bexdayê lidarxistin û daxwaza guhertin û sererastkirina hin qanûnan kirin. Jinan daxwaz kirin ku ger Îraq li gorî rastiya hiqûqê tevbigere pêwîstî bi guhertina hin yasayan û betalkirina hin zagonan heye.
"Divê qanûnên destûrê dide qetilkirina jinan werin guhertin"
Aktîvîsta femînîst Cenat El-Xezî ya beşdarî protestoyê bû got ku divê zagonên neheq ên li dijî jinan werin guhertin û wiha domand: "Divê qanûnên ku destûrê dide qetilkirina jinan û cezayek sivik qatîlan werin guhertin. Xala 409 a Yasaya Cezayê ya Iraqê ya sala 1969'an ya 'Kesê ku hevjîna xwe an jî jinek xizmê xwe bi mêrekî re bibîne û wê qetil bike, zêdeyî 3 salan cezayê girtîgehê lê nayê birîn' di dema dawî de bi awayekî berçav hat îstîsmarkirin û bi sedan jin bi navê namûsê hatin qetilkirin."
"Divê li hemberî qetilkirina jinan rêgiriyek hebe"
Lîna Hisên jî got ku jinên femînîst ji bo mafan dixebitin û rastiya jinê li qadan diguherînin û wiha lê zêde kir: "Ku bav keça xwe qetil bike tenê ji ber ku wê bi xortekî re dîtiye sûc e û beratkirina sûcdar bi hinceta namûs sûcekî mezintir e nayê cezakirin. Divê li hemberî qetilkirina jinan rêgiriyek hebe."
"Xala 409 û 128 ya qetilkirina jinan bi navê namûsê ye"
Çalakvana mafên jinan Meha Mihemed jî got ku xalên 409 û 128 rê dide qetilkirina jinan û bêcezakirina sûcdaran hêsantir dike û wiha anî ziman: "Em daxwaza guhertina xala 409 û 128 ya qanûna ceza dikin, ji ber ku ev qanûn qetilkirina jinan di bin navê namûsê de hêsan dikin. Gelek jin di bin navê namûsê hatin qetilkirin, lê sedemên rastî ne diyar in û dibe ku bi nakokiya malbatî an jî nakokiya li ser mîrasê ve girêdayî be."
Piştî 3 saetan ji protestoyê, jinên ku beşdarî protestoyê bibûn ragihandin ku Dadgeha Federalî vekirina dozê qebûl kiriye û dê xalên 409 û 128 ên Qanûna Cezayê binirxîne.