Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê 764 roj li pey xwe hişt

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, 764 roj li pey xwe hişt.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 149’emîn, di roja 764’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 148’emîn Kendal Teyî axivî.

‘Hîna dewleta Tirk gavên şênber ne avêtiye’

Kendal Teyî diyar kir ku armanca wan teqez mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Em dibînin hîna tecrîda li ser Rêbertî berdewam e. Herçiqas Rêbertî pêvajoyek daye destpêkirin û ji aliyê Tevgera Azadiyê ve gav hat avêtin ku pêşberî hemu cîhanê çekên xwe şewitandin, lê hîna dewleta Tirk gavên şênber ne avêtiye.”

‘Manîfestoya Rêbertî tekane riya çareseriyê ye’

Kendal Teyî destnîşan kir ku ji dervey manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan riyek din ya azadiyê nîne û ev tişt anî ser ziman: “Şerê ku niha tê meşandin şerê desthilatdariyê ye, ne şerê ji bo azadiya civakan e. Dewletên desthilatdar vê sedsalê jî ji bo berjewendiyên xwe şerên qirêj dimeşînin. Li hember wê manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêbertî ji bo biratiya gelan, hiqûq, ekoloji û ji bo mafê jinê pêşkêşî civakê kirî, tekane riya me ye û ji dervey wî riyek din nîne. Divê em yekîtiya xwe xurt bikin û heta dawî têkoşîn bikin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 149’emîn û dirûşmeyan dawî bû.