Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi koma 49’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) a bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi dewirgirtina koma 49’emîn didome.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmeha 2023’an de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 49’emîn û biryardarî didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 48’emîn Elî Ziravigî axivî.

‘Divê gelê Kurd bi rihê Newrozê berê xwe bidin hilbijartinan’

Elî Ziravigî di destpêka axaftina xwe de qala Newroza îsal kir û ev tişt got: “Dema mirov lê dinêre li hemu parçeyên Kurdistanê coşek mezin ya Newrozê hebû. Ev Newroz tê wê wateyê ku azadiya fîzîkî ya Serokatî û azadiya Kurdistanê nêzîke. Divê bi wê rih û germahiyê hemu gelê Kurd berê xwe bidin hilbijartinan û dagirkeran ji Kurdistanê derxînin. Di dawiyê de em cejna Newrozê li Serokatî, gêrîlayên serê çiyan û girtiyên zîndanan pîroz dikin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 49’emîn û dirûşmeyan dawî bû.