Çalakiya nobetê ya malbata Doku di roja 17’an de ne
Malbata Gulîstan Doku ya ku li Dêrsimê windabûyî 17 rojin li ber edliyê di çalakiyê de ne pirsa “Gulîstan li ku ye?” dikin.
Dêrsim – Çalakiya ku ji bo dîtina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku ji 5’ê çileya 2020’î ve li Dêrsimê winda bû û agahî jê nayê girtin a li pêş Edliyeya Dêrsimê hatî destpêkirin di roja 17’emîn de berdewam dike. Malbata Gulistanê ya ku li ber Edliyê rawestiyan bangewaziya dîtina Gulistanê kirin.
Malbatê îro ev peyam dan: "Gulistan li ku ye? Keça min bibînin? Ji ber ku bavê Zainal Abarakov polîs e keça min nayê dîtin. Em ê heta 20'ê çilê li vir çalakiya xwe bidomînin û piştre em ê biçin li ber Wezareta Edaletê ya li Enqerê çalakiya xwe bidomînin."