Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê di roja xwe ya 800’emîn de didome
Çalakiya Nobetê ya ku li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 156’emîn, di roja xwe ya 800’emîn de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 156’emîn, di roja xwe ya 800’emîn de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 155’emîn Dilvîn Oremar daxuyaniyeke nivîskî xwend.
‘Rêbertî bi manîfestoya aştî û civaka demokratîk pêşiya me vekir’
Dilvîn Oremar di destpêka daxuyaniyê de balkişand ser manîfestoya aştî û civaka demokratîk û wiha axivî: “Rêbertî bi manîfestoya aştî û civaka demokratîk pêşiya me vekir. Pêwîste em hemû guhertin û veguhertinan bijîn û bidin jiyan kirin. Pêwîste em wek qada civaka demokratîk di asta têrker û pêwîst de viya pêk bînin. Rêber Apo bi însîyatîf tevgeriya û pêvajoya aştî û civaka demokratîk da destpêkirin. Rêbertiya me derveyî hiquqa navneteweyî dîl tê girtin û hiqûqa Tirkiyê biryar û rêzîknameyên dadgeha mafê mirovan pêk naîne û rewşa Rêbertiya me derveyî vê hiqûqê digire dest.”
‘Em xwe wek endamên komîna Rêber Apo dibînin’
Dîlvîn Oremar di dawiya daxuyaniyê de bangawazî li saziyên peywendîdar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di hiqûqê de wîjdan nemaye û em wek çalakvanên wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji nêzve pêvajoyê dişopînin. Rêber Apo nameya ku ji bo wargehê şandî erk û berpirsyariyên me zelal kir. Rêbertî ji bo wargeha me xeta sore û em jî xwe wek endamên komîna Rêber Apo dibînin. Çawa ku komîna yeke mîn Amara ye em ya duye mîn jî wargeha xwe dibînin. Çalakiya me çalakiya komînê ye û heta em Rêberê xwe di nava xwe de ne bînin emê çalakiya xwe bidomînin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 156’emîn û dirûşmeyan dawî bû.