Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 136’emîn didome
Çalakvanên çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ev nêzî du sal in ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah di çalakiyê de ne. Çalakî ji aliyê koma 136’emîn ve hat dewirgirtin.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 136’emîn, di roja xwe ya 196’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 135’emîn Rojbîn Otun daxuyanî xwend.
‘Yekane riya jiyana azad azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye’
Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandina ser armanca çalakiya nobetê û wiha hate gotin: “Armanca me ew e ku em Rêberê xwe bi fîzîkî nav xwede bibînin. Em di şexsê şehîd Zîlan û Sema de hemu şehîdên Kurdistanê bibîrtînin. Em di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin. Ev pêvajo ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn girînge. Herwiha ji bo jiyanek azad û wekhev bê jiyankirin yekane rê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
‘Pêwîste şert û mercên Rêber Apo bên guhertin’
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Hevdîtinên bi Rêbert Apo re têne kirin, ne têrkerin. Pêwîste şert û mercên Rêber Apo bên guhertin û bi awayek azad pêvajo rêvebibe. Emê wek gelê Kurd bi rihê şerê gelê şoreşgerî xwedî li pêvajoyê derkevin û hêza ku em ji Rêber Apo digrin emê bikin armanca sereke ya jiyana xwe.”
‘Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn zêdetir bixebitin’
Di dawiya de hat destnîşan kirin ku şerê niha tê meşandin li dijî çand û nasnameyê ye û daxuyanî wiha dawî bû: “Îro şerê tê meşandin, li ser çand, nasname û hebûna gelan tê kirin. Em jî weke hunermend û şopdarên çand û hunera Kurdî wê sozê didin ku bi deng, saz, tilîlî û govenda xwe berxwedana xwe mezintir bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn zêdetir bixebitin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 136’emîn dawî bû.