Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 127’emîn didome
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiribû, bi biryardariyek mezin ev nêzî du salane didome. Çalakî ji aliyê koma 127’emîn ve hat dewirgirtin.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ku bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 127’emîn didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 127’emîn Elî Nêrwehî axivî.
‘Em hemu deyndarê Rêbertî û Şehîdan in’
Elî Nêrwehî destnîşan kir ku konferansa ku li Rojavayê Kurdistanê çêbûyî û hemu destkeftiyên gelê Kurd encama keda Rêberê Gelê Kurd û hemu cangoriyên azadiyê ye û got: “Em bi saya Rêbertî û şehîdan hatine vê astê. Em hemu deyndarê wan in. Em silavên xwe ji vir heta Îmralî û nûnerên gelê Kurd ên ku tevlî konferansê bune re dişînin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 127’emîn dawî bû.