Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi biryardariyek xurt didome

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 170’mîn, bi biryardariyek xurt didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 170’mîn, bi biryardariyek xurt didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 169’emîn Qedrî Şirîşeyî axivî.

‘Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirskirêka Kurde’

Qedrî Şirîşeyî di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku ev sê sale ev çalakiya me didome û wiha axivî: “Armanca me, ya gelê Kurd û dostên gelê Kurd azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirskirêka Kurde. Îro gelê Kurd û Tirk di nava pêvajoyekê de ye. Hinde kesên ku dixwazin pêvajoyê xira bikin di sala 1924’ê çawa tevdigeriyan çi anîbun serê gelê Kurd ku gelê Kurd vê yeke dizane dixwazin niha jî wisa tevbigerin û di nava hewildanên bi vî rengîdane. Feqet gelê Kurd sed sale tekoşîna vê yeke dide û ji bo bigihije armanca xwe xwedî têkoşîn û helwestekî bê hempaye.”

‘Em wek civaka Mexmûr vê pêvajoyê di nêzîk te dişopînin’

Qedrî Şirîşeyî balkişand li ser têkoşîna Wargeha Mexmûrê û wisa dawî li axaftina xwe anî: “Em wek civaka Mexmûr vê pêvajoyê di nêzîk te dişopînin. Em xwedî biryarin ku heta Rêber Apo fîzîkî azad nebe û ji doza gelê Kurd çareserî çênebe em dest ji biryardariya xwe bernadin û çalakiyên xwe jî cur be cur emê bidomînin. Em kesên ku tevlî çalakiyan dibin di şexsê hemû çalakvanan de têkoşîna wan de serkeftinê dixwazin

Merasîm bi dewirgirtina koma 170’mîn û dirûşmeyan dawî bû.