Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome
Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev saleke zêdetire di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne.
Mexmûr - Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev saleke zêdetire di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 94’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 93’emîn Arjîn Urper axivî.
‘Rêbertî riya azadiyê nîşa me kir’
Arjîn Urper di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û ev tişt got: “Rêbertî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevayî mirovahiyê têkoşîn meşand. Riya wê jiyanek azad çawa were avakirin nîşa tevayî cîhanê da. Niha Rêbertî di girtîgeha Îmralî de dibin şert û mercên giran de ji bo azadiya gelê Kurd têkoşînek bê hempa dide meşandin.”
‘Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin’
Arjîn Urper axaftinên xwe wiha bi dawî kir: “Rêbertî beriya hertiştî di azadiya jinê de israr kir û ji bo wê têkoşîn meşand. Ger îro em bikaribin ji bo mafê xwe têbikoşin, ev bi saya Rêbertî pêk hatiye. Ji bo wê wek jin û gelê Kurd yekane armanca me mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye.”
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyan dawî bû.