Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi baweriyeke mezin didome

Çalakvanên çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê saleke zêdetire bi baweriyeke mezin bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya nobetê de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 125’emîn didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 125’emîn didome.

Çalakiya dewirgirtinê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêz girtinê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 124’emîn Qedrî Şirîşeyî axivî.

Qedrî Şirîşeyî di destpêka axaftina xwe de ji bo endama heyeta Îmraliyê Sirri Sureya Onder ku qrîza dil derbaskirî şîfa xêrê xwest û wiha axivî: “Em hêvîdarin ku ev ne êrîşeke dijî pêvajoya aşitiyê be. Ji ber ku demên borî gele me pêvajoyên bi vî awayî pir jiyan kirine.”

‘Em ê têkoşînê mezin bikin’

Qedrî Şîrîşeyî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Bi hêvî û baweriyeke ku tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe û Kurdistaneke azad ava bibe ev nêzî du sal e gele me di nava çalakiyan de ne.”

Qedrî Şîrîşeyî li ser banga 27’ê Sibatê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiri axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em heya dawiyê piştgiriya vê bangê dikin û emê têkoşîna xwe mezintir bikin. Vê pêvajoyê qonax û serdemeke nu da ye destpêkirin. Her çiqasî dewlet pir bi hêz nêzî vê pêvajoyê nebe jî Rêbertî û gelê me bi her awayî ji bo vê pêvajoyê bi encam bikin bi hêzeke mezin têdikoşin.”

Merasîma dewirgirtinê bi koma 125’emîn û dirûşmeyên ‘Bîjî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.