Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar didome

Çalakiya Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar ya li ber Wezareta Dadê di roja 63’emîn de berdewam kir. Polîsan destur neda EMEP piştgiriyê bide nobeta Emîne Şenyaşar.

Enqere – Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 63’yan de berdewam kir.

Deriyên wezaretê ku li Emîne Şenyaşar hatibûn girtin, vê carê jî polîsan nehiştin endam û rêveberên Partiya Kedê (EMEP) biçe serdana wê. Endamên EMEP’ê neçar man ji cem Emîneyê veqetin.

Emîne Şenyaşar ku li ber wezaretê fitara xwe kir, piştî fitarê ji wir veqetiyan.