Çalakiya nobeta "edaletê" di roja 355’an de ye
Çalakiya nobeta "edaletê" ya malbata Şenyaşar 355 rojin bi îsrar dewam dike.
Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, berdewan dike.
Ji ber betlanê derê edliyê girtiye malbat çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam dike.
Têkildarî mijarê malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyamek parve kir. Di peyama xwe roja 355’an de wêneyê ambûlansa ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê rastî êrişê hatibû hat dayîn û wiha hat gotin: “’Ambûlansa ku Tirkiyeyê ji bo piştgiriya şandibû Ûkraynayê, rastî êrişê hat.’ Heke ev wêneye bi vî sernavî weke manşet bihata dayîn, dê alîgirên kevneperest daketibûna qadan... Ev ambûlans, li Rihayê rastî êrişê hat. Kesên êrişkar jî hatin xelatkirin. Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?”