Çalakiya nobeta “edaletê” di roja 217’an de dewame

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 217 rojin nobeta “edaletê” dewam dikin.

Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar di roja 217’an de dewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, her roj ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê dikevin rê û tên li “Quncika Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi çalakiya xwe dikin. Ji ber di roja 200’an a çalakiyê de polîsan dest danî ser pankartên wan, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya xwe bê pankart dimeşînin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam parve kir: “Hiqûq ji bo edaletê amûrek be jî em nikarin her tim edaletê jê hêvî bikin. Ji ber ku edalet; ehlaq, berpirsyartî, wijdan û dilpakiyê dixwaze. Ev jî bi rayedaran re nebin, dibe zilm. Weke li pêş deriyê Edliyeya Rihayê…”