Çalakiya konê Mexmûriyan bi biryardarî didome

Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê ku beşdarî çalakiya konvedanê bûne diyar kirin ku heta çalakiya konvedanê negihîje encamê dê berdewam bikin.

Mexmûr- Di 27’ê Kanûna 2021’ê de hêzên Iraqê ji nişka ve xwestin bikevin Wargeha Penaberan a Mexmûrê û derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Li ser vê yekê gelê wargehê bi biryardariyek berê xwe da seytereyê û nerazîbûn nîşanî van hewldanan dan. Piştî nerazîbûn û hevdîtinan hêzên Iraqê neçar man paşve bikişin. Lê hîn metirsiya têlkirina wargehê berdewam dike.
Li dijî hewldanên têlkirina Wargeha Mexmûrê di 1’ê Çileyê de, gelê Mexmûrê li nêzî seytereya wargehê konê çalakiyê veda. Çalakiya konvedanê bi biryardariyek mezin ev 22 roj in berdewam dike. Jinên wargehê yên beşdarî çalakiya konvedanê bûne der barê çalakiya xwe de ji ajansa me re axivîn.
“Ev gel daxwaza mafê xwe û nasnameya xwe dike”
Ezîza Teymur da zanîn ku çalakiya konvedanê heta negihîje armanca xwe dê berdewam bike û got: “Zîhniyeta dewleta Iraqê weke ya herêma Kurdistanê û ya dewleta tirk e dema mijar gelê Mexmûrê be hersê dibin yek. Dixwazin gelê Mexmûrê bixin nava dorpêçê, îro ew planên li ser Şengalê dikin dixwazin li ser gelê me jî bidin meşandin. Gelê wargehê ev 23 sal in li ber xwe dide nehatiye lîstikên kesan û dê neyê jî. Bila her kes vê yekê baş bizane. Tu hêz nikare hêza wargehê bişkîne û bila dewleta tirk Iraqê û herêma Kurdistanê baş bizanibe gelê wargehê tu caran dorpêçê qebûl nake. Em jî heta negihîjin armanca xwe em ê nobeta xwe ya konê berdewam bikin heta ku em xeberek xweş negrin ne bi rojan bi hefteyan bi salan jî be em ê çalakiya xwe ya konê berdewam bikin. Em ê dengê xwe bilind bikin bila hemû cîhan jî bibihîse ev wargeh tu têlan qebûl nake. Ev wargeh ev 23 sal in hatiye avakirin tu ziyanek nedaye kesê çima dora wargehê bi têlan dorpêç dikin, ev gele daxwaza mafê xwe, nasnameya xwe dike. Ev gelê ku çil sal in li berxwe dayî bila kes nebêjin emê vana binîn leyîstokan, ev gel wê li ber xwe bide, heta damleyek xwîna me maye, bedelê wê çi be bila bibe weke dayîkek ya wargehê tişta ku ji me were xwastin emê bikin.” 
“Em tu caran rê nadin dora me bi sîman were dorpêç kirin” 
Mizgîn Kar bi bîr xist ku ev gelê ku li himber hemû zilm û zoriyê li berxwe daye û tu caran dorpêça bi sîman qebûl nake û wiha dom kir: “Îro li vê derê me nobeta çalakiya kon dewir girtiye, ev konê me ji bo azadî û ji bo dora me neyê dorpêçkirin me vedaye. Em tu caran rê nadin tu kes dora me bi sîman dorpêç bikin. Ji ber ku gelê me gelek aştîxwaz û daxwaza nasnameya xwe dike tu caran em dorpêçê qebûl nakin. Ev 30 sal in ji ber me zilm û cerdevanî qebûl nekir em penaber bûne me gelek wargeh guhertin me tu caran me dorpêça bi sîman qebûl nekiriye, îro jî em tiştek bi vî awayî qebûl nakin, heta niha dewleta tirk nikaribû gelê me belav bike dixwazin bi van hewldanên wiha wargeha me vala bikin lê bila vê yekê baş bizanin tu cara gelê Mexmûrê nayê lîstikên dewleta tirk ji ber zilm û zordariya dewleta tirk me gelek wargeh guhertin heta em gihîştin vê derê li vir jî bela xwe ji me nevakin. Heta damla xwîna xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin û em rê nadin dora me bi têlan were dorpêçkirin.