Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 22’an de berdewam dike

Emîne Şenyaşar a ku çalakiya xwe ya li Meclîsê di roja 2’an de berdewam kir, xwest kurê wê yê girtî Fadil Şenyaşar bê berdan.

Navenda Nûçeyan- Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatiye qetilkirin û kurekê wê hatiye girtin di roja 22’yemîn de çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê domand. 

Emîne Şenyaşar di çalakiya xwe de dovîza li ser “Edalet” dinivîsand hilgirt. Emîne Şenyaşar destnîşan kir ku yên malbata wê qetil kirine, li derve serbest digerin û banga berdana kurê xwe dubare kir.