Çalakger Soori Babaei Cheginî di greva birçîbûnê de ye
Çalakvana Îranî Soorî Babael Cheginî ku bi awayekî aktîf li dijî ferzkirina laçikê xebat dide meşandin, têdikoşe, dest bi greva birçîbûnê kir.
Navenda Nûçeyan- Jinên Îranê li dijî ferzkirina laçikê çalakiyên xwe didomînin. Hat hînbûn ku Soorî Babael Cheginî ya yek ji çalakvanên roja Çarşema borî hat girtin, dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Çalakvan Soori Babaei Chegini ya li dijî ferzkirina laçikê, ji bilî li dijî sepanê bi awayekî aktîf xebitandin, wêneyên xwe yên şexsî jî li ser hesabê xwe yê medyayê parve kiribû. Hevjînê wê Mihemed Riza Murad Mehrûzî ragihand ku Soorî Babaeî Cheginî ya girtî roja Înê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hevjînê wê di hevdîtina telefonê de ragihand ku çalakvan girtina xwe bi greva birçîbûnê şermezar dike.
Dîmenên xwe li ser medyayê parve kiribû
Soorî Babaei Cheginî çalakvana li dijî ferzkirina laçikê ya ji Qezwînê ye û dayika 3 zarokan e. Berê jî ji ber xebatên xwe yên çalakvan gelek caran hatiye binçavkirin û der barê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Soori Babaei Chegini dîmena ku bi laçik ji serê xwe derxistinê kişandibû li ser medyayê civakî parve kir û di vîdyoya bi peyama de diyar kiribû ku çima li dijî laçikê ye. Hevjînê wê jî piştgirî dabû çalakger. Çalakvan dîmen û wêneyên xwe yên bê laçik bi hashtagê “#Hijab_Without_Hijab” bi şopînerên xwe re parve kiribû.