99 kesên ku li Nîjeryayê ji aliyê Boko Haram ve hatibûn girtin hatin rizgarkirin

Hat ragihandin ku 99 kesên piraniya wan zarok û jin in li bakurê rojhilatê Nîjeryayê ji aliyê rêxistina terorê Boko Haramê ve dîl hatibûn girtin, hatin rizgarkirin.

Navenda Nûçeyan- Hat ragihandin ku 99 kesên li Nîjeryayê ji aliyê rêxistina terorê Boko Haram ve dîl hatibûn girtin, hatin rizgarkirin.

Zagazola Makama yê pisporê têkoşîna li dijî serhildanê yê li herêma Gola Çadê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal da diyar kir ku artêşê li dijî endamên Boko Haramê yên li Daristana Sambîsa ya eyaleta Bornoyê xwe vedişartin operasyon li dar xistiye.

Hat ragihandin ku di operasyonan de 41 jê jin 99 kesên ku ji aliyê Boko Haramê ve dîl hatibûn girtin hatine rizgarkirin. Zagazola Makama ragihand ku yek ji xwendekarên keç û 2 zarokên ku di serdegirtina dibistanê ya di sala 2014’an de ji aliyê Boko Haram ve hat kirin de dîl hatine girtin, di nava kesên hatine rizgarkirin de ne û diyar kir ku zarokan xwarinek kêm xwarine û travma derbas kirine.

Bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin

Bi deh hezaran kesan di çalakiyên tundiyê yên ji aliyê Boko Haramê ve ku ji destpêka salên 2000’an û vir ve li Nîjeryayê didome de jiyana xwe ji dest dan. Rêxistinê di 14’ê Nîsana 2014’an de li bajarê Chibok ê li eyaleta Borno ya bakurê rojhilatê welat avêtibû ser dibistana şevînî û 276 xwendekarên keç revandibûn. Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî, ragihand ku hinek ji wan xwendekaran hatine rizgarkirin an jî dikaribûne birevin û 82 ji wan 10 sal in dîl hatine girtin.