9’emîn Konferansa Kongra Star a Hesekê hate lidar xistin
Bi dirûşma “Bi ruhê Jiyan û Zeyneban em ê destkeftiyên şoreşa jin biparêzin û bi serkevin” 9’emîn Konferansa Kongra Star a Kantona Hesekê hate lidar xistin.
Hesekê- Piştî li dar xistina konferansa navçe û hilbijartinên Rêveber û Berdevkên nû, 9’emîn Konferansa Kongra Star a Kantona Hesekê bi dirûşma “Bi ruhê Jiyan û Zeyneban em ê destkeftiyên şoreşa jin biparêzin û bi serkevin” bi tevlîbûna 400 delegeyan hate li dar xistin. Konferans li hola Serdem a bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin. Her wiha rêxistinên jinan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Yekîtiya Jinên Suryan, dayikên şehîdan, Meclîsa Jınên Ermen, Partiya El- Selam û Partiya Kesk beşdarî konferansê bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji ji bo cangoriyên azadiyê, rewşa siyasî û polîtîkayên ku di roja îro de rû didin hate nirxandin. Paşê sinefizyonek li ser perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşandin. Bi navê Desteya Jin a Herêma Cizîrê , Akademiya Civaka Demokratîk, Kongra Star a Kantona Qamişlo û rojnemevan Mizgîn Hesen diyarî ji Kongra Star a Kantona Hesekê re pêşkêş kirin. Xebatên Kongra Star yê ku di nava du salan de hatiye kirin, bi sinefizyonekê hate pêşandan. Paşê rapora du salan a xebatê hate xwendin.
"Bi rihê Zeyneb û Jiyan em ê hişmendiya tarîtiyê têk bibin"
Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Remziya Mihemed rewşa siyasî nirxand û wiha got:" Di despêkê de em konferansa 9'emîn a Kongra Star li tevahî jinên cihanê pîroz dikin. Bi rihê jiyan û Zeyneban em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Îro em di nava êrîşên pir giran de ne, di nava van êrîşan de têkoşîna jin û berxwedaniya wê zêdetir dibe. Tercîda li dijî Rêber Apo her diçe zêde dibe, dijmin dixwaze rê li ber pirojeya Netewa Demokratîk ku xwe li ser azadiya jinan ava dike bigre. Berxwedanî û têkoşna ku li çiyayê azad çêdibe li hemberî hemû siyaset û êrîşên giran yê ku li ser wan çêdibe, îro gelê me hêviya azadiyê ji wan digrin. Di vê qonaxa hesas de êrîş li dijî jinên pêşeng û siyasetmedar çêdibe. Bi van êrîşan dixwazin îradeya jina azad ku îro hiştiye şoreşekî cihanî çêbibe, bişkînin. Jin li tevahî cihanê yekîtiya xwe ava kirine û biryar girtine ku li dijî hişmendiya mêr û tarîtiyê serî hildin. Pêwiste em îro ji bo pêşxistina kar, xebat û azadiya tevahî jinan niqaş bikin û biryarên girîng ji bo guhertin û veguhertina civakê bigrin da ku em bibin bersiv ji vê qonaxa ku îro em têde derbas dibin. Armanca me ya sereke azadiya tevahî jinan e, jinek li kuderê hebe pêwiste em xwe bighînin wê da ku em serkeftinê misoger bikin."
"Kongreyê 9'emîn bersiva hemû kiryarên qirkirinên li dijî jinan e"
Endama Komîteya Perwerdê a Kongra Star a Kantona Hesekê Koçer Hesên tekez kir ku li darxistina Konferansa 9'emîn a Kongra Star a Kantona Hesekê bersiva kiryarên qirkirinê ye û wiha domand: "Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di qonaxek pir hesas û dîrokî re derbas dibe. Li darxistina konferansa 9'emîn di vê qonaxê de bersiva êrîş û hedefgirtina pêşengê vê şoreşê ne ku çiqas êrîş hebe em ê rêxistina xwe xurtir bikin û bibin kelem ji hêzên desthilatdar ku dixwazin xwîna vê civakê bimijin. Jina azad ya ku xwe li ser paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kiriye bû mînak û hêvî da ji tevahî jinên cihanê. Ji bo wê jî jin li tevahî cihanê li hemberî zihniyeta desthilatdar dirûşma Jin jiyan azadî bi qîrîna azad deng veda û yekîtiyek li dijî vê hişmendiyê hat avakirin. Sîstema desthilatdar di bin navê cuda de jin li tevahî cihanê dikin hedef mîna li îranê Jîna Emînî, Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zeyneb Saroxan, li Başûrê Kurdistanê Nagîhan û li Bakurê Kurdistanê rojane jin dibe hedefa faşîzma Tirkiyê û dîl tên girtin. Ev komployek li dijî jinên pêşeng û azadîxwaz tê meşandin. Lê belê berxwedan û têkoşîna me wê raneweste."
“Li dijî îradeya jinan komployek navneteweyî tê meşandin”
Berdevka Yekîtiya Jinên Ermen a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Enahîd Qesebiyan da zanîn ku li dijî jinên azadîxwaz komployek navneteweyî tê meşandin û wiha anî ziman: “Bûyerên hedefgirtina jinan ku li tevahî cihanê diqewime, berdewama komploya li dijî Rêber Abdulah Ocalan e. Ji ber ku jin bi paradîgma Ocalan ve girêdayî ye û ji bo azadiya tevahî civakê tev digre îro dibe hedefa desthilatdaran. Em serhildanên ku îro li dijî zihniyeta tarî, kuştin û qirkirinê pêk tê pîroz dibînin. Ev gav gavek serkeftî ye ku jin nema koletî qebûl dike û ji bo azadiya civakê xwe bi rêxistin dike. îro Em wekî Yekîtiya Jinên Ermen beşdarî Konferansa Kongra Star bûne, em 9’emîn Konferansê li tevahî jinan îroz dikin û em bi yekîtî û bi rihê Zeyneb, Jiyan û Nagîhanan xurt bikin û li dijî pilanên qirkirinê têbikoş in. Em bêdengiya hêzên koalasyonê şermezar dikin û dibînin ku bêdengiya wan destekdayîn ji qirkirina jin û civakê ye.”