8 jê zarok 9 penaber ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan
Li Bûrsayê li avahiyeke çar qatî agir bi malekê ket ku malbateke Sûriyeyî tê de bû. Hate ragihandin ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 ji wan zarok in.
Navenda Nûçeyan - Li Bûrsayê li avahiyeke çar qatî agir bi malekê ket ku malbateke Sûriyeyî tê de bû. Hate ragihandin ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 ji wan zarok in. Hate ragihandin ku ji ber sobeyê agir bi qatê duyemîn ê avahiya li taxa Degîrmenonu ketiye.
Li gorî rayedaran, ji ber şewatê Amîna Sûriyeyî tevî 6 zarokên xwe yên ji 1 heta 11 salî û 2 biraziyên xwe jiyana xwe ji dest da. Her wiha 4 kes ku yek jê zarok e ketin bin bandora giran a dû.