“8’ê Adarê mezinkirina têkoşîna jinê ye”
Jinên Başûrê Kurdistanê dan diyarkirin ku 8’ê Adarê rojek ji bo nukirina hêza jinê û berdewambûna hewla ji bo bi destxistina maf û armancên wane.
ŞINYAR BAYÎZ
Silêmanî- 8’ê Adarê bûye sembola têkoşîna giştî jinên cîhanê. Bi rasthatina roja 8’ê Adarê re li tevayî cîhanê jin vê rojê bi awayê cûda pêşwazî dikin. Jinên ciwan yên Başûrê Kurdistanê jî di derbarê roja 8’ê Adarê de ji ajansa me re axivîn.
Jina ciwan Îman Elî 8’ê Adarê li tevayî jinên cîhanê pîroz kir û got: “Ne tenê roja 8’ê Adarê, hemû roj rojên jinanin pêwîste jin di hemû rojan de xwedî li mafê xwe derbikevin. Bi taybet li herêma Kurdistanê rojane pêşî li jinan tê girtin û tundîtujî li beramber tê bi karanîn. Daxwaza min ji hemû jinan ewe ku bi xwe bin û xwe bi tu kesê û aliyekê ve girê nedin. Bi taybet vê rojê li dayîkan pîroz dikim ji ber dayîk hertim zarokên xwe fêrî xwebûn û wêrektiyê kiriye.”
Fatma Seîd di derbarê roja 8’ê Adarê de wiha got: “Pirozkirina roja 8’ê Adarê gelek giringe, divê jin mafê xwe bi parêzin û bi xwe hewla bi destxistina mafê xwe bidin.”
“Di nava civaka me de weke qurbanî li jinê tê meyze kirin”
Dinya Abdullah da zanîn ku di nava civakê de weke qurbaniyan li jinê tê meyzekirin û wiha behsa roja jinê kir: “Di nava civaka me de weke qurbanî li jinê tê meyzekirin, divê jin hewil bidin da ku êdî weke qurbanî lê neyê meyzekirin û divê hemû kes rêzê li jinê bigrin, divê jin ne tenê rojekê hemû rojan têkoşîna xw emezin bikin. Daxwaza min ewe ji jinan guh nedin rexneyên civakê û hertim kar û têkoşîna xwe berdewam bikin, ji ber tu cûdahî di nava jin û mêr de nîne û jin jî dikarin hemû karan bikin.”
Mehyan Ceza 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: “Ew roj ne tenê ji bo li ber kirina cilên Kurdî ne, roja jinane û divê di vê rojê de hewla serketin û hêza jinê derbixin holê û divê civak vê yekê baş bizane rojek tenê ne ya jinane, hemû roj rojên jinane, jin xwedî welat, gel û xwedî rêze divê rêz li jinê were girtin. Pêwîste jin ked bide da ku li ser lingan bisekine, divê fikra cûdahiya di navbera jin û mêr de ji holê rabe.”