“8’ê Adarê ji bo me jinên Şengalê roja bilindkirina têkoşînê ye”
Jinên Êzidî 8’ê Adarê li hemû jinan pîorz kirin û diyar kirin ku ev roja bilindkirina têkoşîna azadiya jinê ye û wiha gotin: “Em vê rojê weke roja têkoşîna xwe û hemû jinan dibînin. Ji ber wê jî divê em jin bi rengê xwe yê resen tevlî çalakiyan bibin.”
Şengal- 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya bi ked û têkoşîna jinan xwe gihandiye hemû gundewaran û tu jin ji vê rojê bê hayî nehêlaye sala 2014’an xwe gihandiye Şengalê. Jinên Şengalê yên cara yeke sala 2014’an 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin, 7 salin bi coş û morala azadiya jinê, 8’ê Adarê pêşwazî dikin.
“Em 8’ê Adarê weke roja têkoşîna xwe û hemû jinan dibînin”
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê TAJÊ’ê Ceklîn Hisên destnîşan kir ku divê jin vê roj tenê weke cejin negirin dest û wiha domand: “8’ê Adarê rojek bi wate ye û em weke rojekî pîroz dibînin. Ji ber ku roja têkoşîna jin li hember zihnieyta dewlet perest e. Em jî weke cejnekî tenê pêşwazî nakin, em weke roja tekoşîna xwe û hemû jinan dibînin. Me vê rojê bi saya fikra Rêber Apo naskir. Eger îro jina Êzidî li hember zihnyeta desthiladar şer dike jî bi saya fikra Rêber Apo ye. Moral û cuşa ku em ji 8’ê Adarê digrin jî li ser wî bingehî ye.”
“Em ê tu car weke 2014’an bê parastin namînin”
Leyla Celal a di femana 2014’ an de gelek ji malbatê wê hatin kuşitin û revandin, cejan 8’ê Adarê li hemû jinan pîorz kir û got ku jin bi xwe perwerde kirinê pêşî li fermanên nû girt û wiha bilêv kir: “Ez cejna 8’ê Adarê despêkê li gerila û paşê jî li hemû jinan pîroz dikim. Em êdî jinên perwerdekirî ne, ji lewra em zanabûne û dikarin xwe biparêzin. Hezar fermanên din were serê me, em ê tu car weke 2014’an bê parastin namînin. Em îro xwe diparêzin û emê di pêşerojê de jî hişmendiya parastinê bidin çêkirin. Me çek hilgirt û me xwe perwerde kir. Jin jî niha êdî weke berê nîne, tenê di nav çar dîwaran de nemaye. êdî çi tişt ji destê me bê, ji bo parastina xwe û derdora xwe emê bikin. Piştî fermanê niha êdî ne jin ne jî mêr weke berê nîne. Ez dubare cejna hemû jinên cîhanê pîroz dikim.”
“Em ê bi cilên xwe yên resen tevlî çalakiyên 8’ê adarê bibin”
Dayê Meyan Borik jî bal kişan li ser giringiya 8’ê Adarê û naskirina jina Êzidî ya ji bo 8’ê Adarê, pêre jî bang li hemû jinên Êzidî kir ku di roja 8’Adarê de bi cil û bergên xwe yên resen û xemlandina herî bedew dakevin qadan û wiha dom kir: “ 8’Adarê ji bo me roja serhildanê ye. Di wê rojê de jinê kariye heyfa xwe hilgire. Em jî weke jinên Êzidî berî fermanê me 8’Adarê nasnedikir. Piştî me şervanên Rêber Apo naskirin, me vê rojê jî naskir û me bi têkoşîna xwe re jî bi wate kir. Emê îsal jî bi cil û bergên xwe yên resen bi xemla herî bedew ya jinê emê 8’Adarê pêşwazî bikin. Emê di hemû gundan de jî belavokan belevbikin. Em bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Adarê de bila bi xemla xwe ya bedew biherikin qadan.”