8,5 sal cezayê girtîgehê li Zelal Bîlgîn a TJA hate birîn

Li Amedê dadgehê piştî 9 sal cezayê girtîgehê ji aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn birîbû, lê ji aliyê dozger ve hate xirakirin vê carê 8 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê birîn.

Navenda Nûçeyan- Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Biligin ku ji ber sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ 9 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn, ji aliyê Dozger ve bi hinceta ‘lêkolîna kêm’ û ‘cezayê zêde’ hatibû xirakirin. 

Darizandina Zelal Bîlgîn ku nû hate destpêkirin li Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Amedê hate dîtin. Parêzerê Zelal Bîlgîn, Diyar Çetedîr tevlî rûniştinê bû.

Meqamê îdîayê daxwaz kir ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ceza li Zelal Bîlgîn were birîn.

Parêzerê Bilgînê Diyar Çetedîr anî ziman ku karûbarên îfadeyê yê şahidê nepen nediyar e û xwest şahidê nepen were guhdarkirin. Diyar Çetedîr diyar kir ku muwekîla wî ji ber têkoşîna mafên jinan daye meşandin û tevahiya çalakiyên ku ew tev li bûne li dijî qetilkirinên jinan in û di çarçoveya çalakiyên demokratîk de hatine kirin. Diyar Çetedîr beraeta muwekîla xwe xwest.

 Daxwaz hate redkirin

Şandeya Dadgehê daxwaza guhdarkirina şahidê nepen red kir, di danişîna piştî biryara xerakirina dosyeyê hatiye lidarxistin de birayara xwe da. Dadgeha cezayê 9 salan ê hatiye xerakirin tenê 7 mehan daxist û 8 sal û 5 meh cezayê girtîgehê li Zelal Bîlgîn birî.