7 sal 2 koçberî: Dewleta Tirk nehişt em zarokatiya xwe bijîn

Jina ciwan a ji ber êrîşên dewleta Tirk zarokatî û ciwaniya xwe di koçberiyê de derbas kiriye, got: “Ev 7 sal in em di nava koçberiyê de dijîn. Êdî em nikarin di şertên koçberiyê de bijîn. Em dixwazin vegerin Efrîna xwe.”

ZEYNEB ÎSA

Dêrik - Dewleta Tirk di 20’ê Çileya 2018’an de li ser bajarê Efrînê dest bi êrîşan kir. Bi van êrîşan re li Efrînê sûcên mezin kir. Gelê Kurd bi qetilkirina mirovan, revandina jinan, girtina bi deh hezaran mirovan û koçberkirinê re rûbirû hişt. Di 7’emîn salvegera êrîşên dewleta Tirk ên li ser bajarê Efrînê de, koçberên Efrînê çîroka penaberiya xwe ji ajansa me re gotin. 

‘Em ji neçarî koçberî kantona Şehbayê bûn’

Koçbera Efrînê Fatmê Salih a ku li kampa Newroz a bajarê Dêrika Bakur û Rojhilat Sûriyeyê bicih bûye, behsa çîroka penaberiya xwe kir û got: “Beriya sala 2018’an em li bajarê Efrînê bûn. Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên giran li ser bajarê Efrînê pêk anîn. Em ji neçarî koçberî kantona Şehbayê bûn. 7 salan em li Kantona Şehbayê di bin şert û mercên pir zehmet de bûn. Me çi dît û çi nedît? Piştî 7 salên ku me li Şehbayê derbas kirin, dewleta Tirk û çeteyên wê careke din birînên me nû kirin, erîşên xwe yên giran li ser Kantona Şehbayê jî pêk anîn.”

‘Her rojek li koçberiyê bi min salek e’

Fatmê Salih behsa êş û azarên ku li ser riya koçberiya ji Kantona Şehbayê heta Kantona Cizîrê kişandine kir û wiha got: “Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Kantona Şehbayê kirin, careke din em ji neçarî koçberî kantona Cizîrê bûn. Di riya koçberiyê de gelek jinên me hatin revandin, kuştin, destdirêjî li wan hat kirin û gelek jinên ducanî li ser rê zarokên xwe anîn dinyayê. Ji sar û seqema zêde, zarokên wan mirin. Niha jî bi saya Rêveberiya Xweser em hatin bajarê Dêrikê kampa Newrozê. Li vê derê gelek alîkarî bi me re kirin. Kon dan me, xwarin vexwarin her tişt ji me re amade kirin. Li Efrînê malên me hebûn, erdên me yên bi darên zeytûnê hebûn, zarokên me diçûn dibistanan. Lê li vir zivistanê sar e û havînê germ e. Gelek nexweşî bi zarokan re çêdibin û di nava kampê de belav dibin. Pir zehmetî tên kişandin. Her rojek li koçberiyê, bi min salek e.”

‘Em li hêviya vegera Efrînê ne’

Fatmê Salih bang li saziyên mafên mirovan kir ku ew dixwazin di nav ewlehiyê de vegerin Efrînê. Fatmê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Tirk çi ji gelê Kurd dixwaze her dem êrîşan li ser me pêk tîne û bajarên me dagir dike? Ne bes e ku bajarên me dagir kiriye û li wir jî binpêkirinan pêk tîne li ser miletên me yên ku li wir dijî? Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku hesab ji dewleta Tirk bixwazin û em vegerin bajarê xwe. Em ê her dem têbikoşin, heta vegerin Efrîna xwe, cih û warê xwe. Em neviyên zeytûnan in, em li hêviya vegera Efrînê ne.”

‘Me rojên pir xweş li Efrînê derbas kir’

Koçbera Efrînî Fereh Abdullah jî çîroka koçberiya xwe vegot û daxwaza vegera Efrînê kir. Fereh wiha got: “Me rojên pir xweş li Efrînê derbas dikir. Berî ku dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Efrînê dagir bikin, me li wir di dibistanên xwe de dixwend, pêşeroja me hebû. Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kirin, em hatin Şehbayê. Me li wir 7 salan koçberî jiya. Me him êrişên dewleta Tirk jiya him rêgiriya hikumeta Şamê ya hilweşiyayî. Lê ruxmê her tiştî me li ber xwe da. Me xwendina xwe li wê derê temam kir lê piştî êrîşan careke din em koçber bûn. Jiyan bi me pir zehmet bû. Ciwan û zarokên Efrînê, tu jiyana baş nedîtin. Dewleta Tirk nehişt em zarokatiya xwe bijîn. Em pir dixwazin vegerin cih û warên xwe. Em dixwazin bi ewle vegerin Efrînê.”