‘6284 ji danûstandinên siyasî re malzeme nayêkirin’

Platformên jinan ên bertek nîşanî hikûmeta AKP'ê ya ku qanûna hejmara 6284’an ya destkeftiyên jinan dike danûsandina hilbijartinê dan, diyar kirin ku ji nîqaşê re vekirina qanûnê tê wateya avêtina jiyana hemû jinan ya ji metîrsiyê .

Navenda Nûçeyan - Di encama "Kampanyaya dawîkirina tundiyê" ya tevgera jinan ku bi mehan berdewam kir de, di 8'ê Adara 2012'an de "Qanûna Parastina Malbatê û Pêşîgirtina Tundiyê ya Li Ser Jinê ya Hejmara 6284" bû qanûnî û ket meriyetê. Jinan ji bo pêkanîna qanûnê bi bandor têkoşîna xwe berdewam dikin, hikûmeta AKP'ê jî dem bi dem vekirina qanûnê ya ji bo "nîqaşkirinê" berdewam dike.

Herî dawî Partiya Yenîden Refahê û HUDA-PARê ku ji bo tevlîbûna nava Tifaqa Gel di rojevê de ne, di hevdîtina xwe ya bi AKP'ê re xwestin qanûna bi hejmara 6284'an bê rakirin. Hat diyarkirin ku AKP’ê li hemberî vê rewşê îtîraz nekiriye. Platformên jinan bertek nîşanî danûsandina di navbera AKP’ê, Partiya Yenîden Refahê û HUDA-PAR’ê ya der barê qanûna 6284'an de dan.

'Jiyana jinan dixe xeteriyê'

Komeleya Jinan a Rosa li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û wiha got: “Ji nîqaşê re vekirina 6284’an jiyana jinan dixe xeteriyê. Em wek jinên ku tevî tundiya ku belavî her aliyê jiyana me bûye jî hewl didin bijîn, em dev ji gelê xwe, têkoşîna xwe, ji hevdu,  Peymana #Stenbolê û 6284’an bernadin.”

‘Tu karê me û baweriya me bi kesên ku jinan weke ferd nabînin re nîne

Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) Canan Gullu, diyar kir ku hikûmeta ku bi vekişîna Peymana Stenbolê hemû krediyên xwe xilaskir, ket ser zimanê kesên li mîrateya bav û kalan xwe diaxivîn. Canan Gullu wiha got: “Weke TKDF’ê tu karê me û baweriya me bi kesên ku jinan weke ferd nabînin re nîne. Tu nirxê civakî ya ne Partiya Yenîden Refahê ku li ser mîrata bav xwe mezindike, ne jî HÛDA-PAR a dirêjihiya Hîzbullahê nîne. Mafê jinan nikare ji danûstandinên siyasî re malzeme were kirin.”

‘Destên xwe ji 6284 rakin’

Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) jî daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Di danûstandinên hilbijartinê de jiyana jinan tê hedefgirtin. Destên xwe ji 6284’an rabikin.” Di daxuyaniya ku cih hat dayîn gotinên Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk ya "Qanûna bi hejmara 6284'an yek ji rêziknameya qanûnî ya herî girîng e ku me ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê çêkiriye. Nîqaşkirina hebûna vê jî nayê qabûlkirin” wiha hat gotin:

“Nîqaşê re vekirina hejmara 6284’an ku bingeha xwe ji Peymana Stenbolê digre, tê wateya ku jiyana hemû jinên vî welatî bikeve xeteriyê. Em dizanin ku yekane hedefa HUDA-PAR û Yenîden Refahê ne 6284’an ne. Îtifaka bi van pêkhateyên ku hewl didin hemû kirin û gotinên jinan li gorî şîroveyên xwe yên sînordar û mêtînger ên olê kontrol bikin, ne tenê li dijî 6284’an, di heman demê de li dijî mafê jiyanê ya jinan jî êrîşek rasterast e. Ji kesên ku çav berdane 6284’an û mafên medenî, yên ku rêgeza wekheviya makezagonî û laîktiyê paşguh dikin, yên ku desrdirêjî nafakaya jin û zarokan dikin, yên cihêkariyê dikin, yên ku destdirêjiyê efû dikin, yên ku cînayetên jinan paşguh dikin û tune dihesîbin re dengên nîne!”

'Em dest ji mafên xwe û jiyana xwe bernadin'

Komeleya Mafên Mirovan a Jinan-Çareseriyên Nû jî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em nikarin tehemûl bikin ku qanûna bi hejmara 6284’an a ku me bi têkoşîna xwe ya femînîst a ku bi salan e me mezin kiriye, bibe miajara danûsandina siyasî! Em dest ji 6284’an, mafên xwe, jiyana xwe, daxwaza xwe ya cîhanek wekhev û azad bernadin.” Komeleyê da zanîn ku erka qanûna jimare 6284’an ew e ku ji bo jin, zarok û malbatên din ên rastî tundî û tundiya nav malê tên di zûtirîn demê de ji tundiyê dûr bikevin, dabînkirina aramî û ewlehiya jiyanê rêze tedbîrên pêşîgirtin û parastinê bi lez û bez misoger dike.