611 roj in daxwaza edaletê li ber xwe dide

Malbata Şenyaşar di berdewamiya çalakiya Nobeda Edaletê de diyar kir ku berpirsyarên komkujiyê li pişt hikûmetê xwe vedişêrin.

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a hevjîn û dû lawên wê di encama êrişa xizm û parastvanên wekîlê AKP Halîl Îbrahîm Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrişê birîndar rizgar bû, di roja 611’emîn de rûxmê sermayê li ber edliya Rihayê dom kir.   

Malbata Şenyaşar a destnîşan kir ku yên komkujiyê pêkanîn xwe li pişt hikûmetê vedişêrin, daxwaz kirin ku AKP di vê mijarê re xwedî helwestek zelal be.

‘Li holê sûcê mirovahiyê heye’

Malbatê li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal wiha got; “Erêkirina zilmê jî zilm e. Li holê sûcê mirovahiyê heye. Yên ku vê sûcê mirovahiyê pêk tînin, xwe li pişt hêza siyas vedişêrin. Ger #Akparti li hemberî vê wekîlê helwesta xwe zelal neke nihare derkeve pêşberî gelê #Rihayê.”