‘600 hezar zarokên li Refahê an nexweş an birîndar an jî birçî ne’

UNICEF diyar kir ku êrişa bejayî ya Îsrail li ser Refah wê rê li ber karesatek mezin veke û ragihand ku li vê derê 600 hezar zarok an nexweş in, an birîndar in yan jî birçî ne.

Navenda Nûçeyan – Alîkarê berdevkê Fona Alîkariya Zarokan ya Netewên Yekbuyî (UNICEF) Farhan Haq, derbarê rewşa rojnamevanên li Xezayê de axivî.

Farhan Haq di daxuyaniya xwe de zanyariyên ji erkdarên NY yên li heremê girtî belav kir û diyar kir ku li Refahê ji 12 nexweşxaneyan 3 jê hinek beş dixebitin, di rewşa êrişan de wê ev jî ji xizmetê derbikevin û wiha got: “Li Refahê di mijara wê êriş rê li ber qirkirina giştî veke de hişyarî tên kirin.”

Farhan Haq diyar kir ku UNICEF derbarê êrişa bejayî li Refahê wê rê li ber felaketek mezin vekin hişyarî da û dîrektorê Îcra ya UNICEF Catherine Russell zanî ziman ku li vê derê 600 hezar zarok an nexweş in, an birîndar in an jî birçî ne.

Cemiyeta Esîrên Filistinê: 4 rojnamevanên jin li girtîgehên Îsrailê girtî ne

Li aliyê din di daxuyaniya nivîskî ji aliyê Cemiyeta Esîrên Filistinê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku dayîkek şîr dide zarok jî di nav de 4 rojnamevanên jin yên Filistîn li girtîgehên Îsrail tê girtin. Di daxuyaniyê de hate zanîn ku rojnamevanên girtî İhlas Savaliha, Rula Haseneyn, Büşra et-Tavil û Esma Herriş e. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin rojnamevanên jin bêyî ku sucek wan hebe weke girtiyê îdarî li girtîgehan tên girtin. Îşaret bi wê yekê kir ku piştî bûyerên 7’ê cotmehê rojnamevan Sumeyye Cevabira weke girtiya îdarî hatî desteserkirin ku di mijdara 2023’an de hatî berdan heta niha di bin şert û mercên giran de li girtîgeha malê ye.

Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku di heman demê de li girtîgehên Îsrailê 53 rojnamevan hene, 43 jê piştî 7’ê Cotmehê hatine girtin.